Pervîn Buldan: Ji bo entegrasyona demokratîk em ê mil bidin hev
TJAyê li Wanê bi boneya 8ê Adarê şahiyek girseyî li dar xist. Di şahiyê de Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan diyar kir ku ji bo entegrasyona demokratîk pêş bikeve dê jin mil bidin hev.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li saloneke dawetê ya li Wanê bi şiara “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin” şahiyek li dar xist. Di şahiyê de dowîzên “Şoreşa jinê şoreşa civakê ye”, “Dîroka jinê, dîroka berxwedanê ye”, “Bi jin, jiyan, azadî ber bi jiyana komunal ve”, “Bi TJAyê ber bi civaka demokratîk ve” rakirin. Jinên ku hatin eywanê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Rojîn Kabaiş îsyana me ye” salon hejandin.
Jin ji bo nasnameya xwe li qadan in
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Zeynep Sîpçîk diyar kir ku 8ê Adarê ji bo wan ne tenê pîrozbahî, rojeke têkoşînê ye û got: “Îro li her derê cîhanê jin ji bo maf û nasnameya xwe bi coşeke mezin dadikevin qadan. 8ê Adarê ji bo me têkoşîna Clara, Sakine, Fatma û Sêvê ye. Hêzên kapîtalîst û hegemonîk li tevahiya cîhanê şerekî qirêj dimeşînin. Vê hişmendiyê li Rojava êrişî jinan kir, lê jinan li ber xwe da û ew hişmendî rawestand. Li Rojhilat jî heman hişmendî li pey qirkirina jinan e. Em têkoşîna jinên Rojhilat silav dikin. Ji bo serkeftina pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin, divê azadiya wî ya fîzîkî bê pêkanîn.”
‘Rojîn Kabaiş îsyana me ye’
Dayikên Aştiyê û Înisiyatîfa Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş peyamek şandin. Di peyamê de bang li ATKê hat kirin ku kujeran neparêzeû biryara nepeniyê rake. Jinan bi dirûşmên “Rojîn Kabaiş îsyana me ye” bersiv da peyamê.
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan jî axivî û diyar kir ku pewiste jin xwedî li pêvajoyê derkevin û wiha got: “Ev peywira me tevan e. Ji bo serkeftina pêvajoya entegrasyona demokratîk em jin dê mil bidinê. Em derbasî qonaxeke nû bûn. Em jin dê mil bidin vê pêvajoya Entegrasyona Demokratîk û bi ser bixin. Cihekî jin lê tune bin, li wir ne dikare behsa aştiyê ne jî behsa demokrasî, maf û hiqûqê were kirin. Em bi hev re, bi berxwedana xwe aştiyê bînin vê xakê.”
Piştî axaftina Pervîn Buldanê, danezana 8’ê Adarê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Piştî bidawîbûna peyamê, jinan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.
Piştî peyamê, Koma Sorjiyan derket ser dikê.


