Pêşengeha peymana Lozanê ya têgeHunerî

Li bajarê Lozana Swîsreyê bi minasebeta 100 saliya Peymana Lozanê ji salekê û vir ve ye kurdan bi navê Komîteya Amadekarî ya Bîranîna 100 Saliya Peymana Lozanê ava kirine û ji bo sala 2023’yan...

1 deqe xwendin
Pêşengeha peymana Lozanê ya têgeHunerî

Li bajarê Lozana Swîsreyê bi minasebeta 100 saliya Peymana Lozanê ji salekê û vir ve ye kurdan bi navê Komîteya Amadekarî ya Bîranîna 100 Saliya Peymana Lozanê ava kirine û ji bo sala 2023’yan rêzeçalakî dane destpêkirin. Di nava van çalakiyan de ligel civîn, mîtîng û konferansên li ser peymanê, aktîvîteyên çandî û hunerî jî hene. Yek ji van aktîvîteyan jî pêşangeha berhemên Hunera Hevçax e.

Ji bo vê hunerê pênaseyên curbicur hene. Digel ku pênaseya pêşîn di sala 1945’an de li gora hemû berhemên şêwekariyê yên hemû şêweyên estetîkî hatiye diyarkirin jî, hemû berhemên pêşangehan ên li muzeyan, li saziyan, li galeriyan, li fûar û bîenalan vedigire nava xwe.

Li Fransayê îfadeya “hunera hevçax” weke pêşveçûneke di pêşketina avangardê de derbaskirina sînoran (pêkanîna cerebeyên navbera wêje, şano, sînema, vîdeoyê û lêzêdekirina li şêwekariyê) a kiryarên estetîkî û serkeftinî yên hunermendan tîne zimên. Lê di afirandina berheman de gava pêşîn peydakirina ramanekê ye û ev raman di têgehekê de cih digire. Ji ber hindê mirov dikare weke navlêkirin ango pênaseya kurdî ji vê çalakgeriyê re bibêje, çalakiya têgeHunerî ango huneRamanî. Her çiqas ev huner ji salên 1960-1970’yî û pê ve mohra xwe li cîhana hunerê xistibe jî, bingeha pênasekirina xwe ji gotineke helbestkarê fransî Apollinaire werdigire. Apollinaire di sala 1910’an de ji bo berhemên wênesaziyê yên bi şêweya kubîzmê têgeha “wêneyê têgehîn” bi kar anîbû û wiha gotibû, “Bûnewer” ji xuyangan wêdetir in. Bûneweriya di wêneyê de, encama sêwirandike hişî ye.

Dema ku di xebatên vê hunerê de têgeh li pêş be, hingê hêmaya ku di hemû beşên hunerê de li pêş, cihê xwe ji pêşaniyekê re dihêle û hunermend êdî li dû ramanekê afirandinên xwe dikin.

Çinku biresera hunerê ya fetîşîst êdî ne weke metayekê lê weke pêvajoyeke ramanî derdikeve rê. Her wiha biresera hunerî bi felsefe û zimên ve teşe digire. Ev pêwendî eleqedariyê dibe ser tiştên ji rêzê û di jiyana rojane de diyar dike ku di rastiye de çu tiştek ne ji rêzê ye. Ev helwesta pirzimanî û pirhêlî, dibe sedem ku afirandina têgehî bi awayê ramanwerî were têgihîştin. Bi vî awayî jî têkîliya navbera huner û estetîkê ji nû ve di moxila lêpirsînê re tê derbaskirin, di berheman de awir ji ser “heza estetîkî” û “bedewî” vedigere ser giringiya “têgehê” û pêvajoyeke ramanwerî dest pê dike.

Weke di ravekirinên me de jî diyar dibe, “lêpirsîn” dibe pratîka hunera huneRamanî-têgeHunerî. Ji ber ku ger berhem neyê şîrovekirin û fikrên der barê wê de neyêne zimên, li ser wê nîqaş neyêne kirin, dibe ku negihîje armanca bingehîn a afirandinê. Mirov dikare mijara lêpirsînê bi du mînakan rave bike:

Hevoka, “Ceci n’est pas une pipe (Ev ne qalûnek e).”, hevoka wênesazê belçîkayî Rene Magritteê ku hêmaya qelûnê (pîpo) çekiribû û li binê wê ev tişt nivîsandibû. Û ev tabloya bi navê îxaneta hêmayan di serê mirovan de lêpirsîna hunerî û felsefî çêkir. Bi vî awayî feylesof Michel Foucault ev tablo ji xwe re bingeh girt û bi heman navî li ser xebatên Magritte û li ser lêgerîna wateya hunerê nivîseke lekolînî nivîsand.

Yek ji hunermendê pêşeng ê fikra hunera Dadayê û têgeHunerê Marcel Duchamp, pîsuwarek (mîzdank) serberjêr kiribû û ser wê bi îmzeya R. Mutt destnîşan kiribû û ew şandibû galeriyeke li New Yorkê. Lê ji ber ku navê li ser pîsuvwarê, navekî leqeb bû, berhem nehatibû ecibandin û pêşandin û nîqaşên giran derketibûn. Her wiha Duchamp li ser wêneyê Mona Lisa simbêl û rîh çêkiribû û di wateya Kulêmekên te xweşik in de bi fransî L.H.O.O.Q. nivîsandibû. Di van berhemhênanên Duchamp de “Huner ne weke destkarî, weke ramanî” tê pêşwazîkirin û ji alav, amûr û çekirina berhemê bêtir, raman, motîvasyona di paşiya berhemê de giring têne dîtin û têne hesibandin.

Çawa ku mirovên kurd di beşên hunerê de karîger in û berhemên serkeftî diafirînin, ji bîst salan û vir ve ye hem li Kurdistanê û hem jî li gelek welatên cîhanê berhemên hunera hevçax jî diafirînin. Ji ber ku karên hunermendan bêtir li galerî û bîenalan têne pêşandan, ev kar ji xebatên beşên dîtir ên hunerê kêmtir ji teref xerîdarên kurd ve têne zanîn. Her çiqas di serdema şaredariyên bakurê Kurdistanê de bi awayekî rêkûpêk bi dehan pêşandan hatine lidarxistin jî, bi desteserkirina wan şaredariyan xebatên bi vî rengî jî qut bûne. Xebata ku em ê li jêrê li ser rawestin, encama wê, bandor û teyisandina wê dibe ku bibe destpêka arşîvgirtina van kesan.

Ger em werin ser meseleya xwe ya bingehîn ku weke pêşangehekê bi navê 2 + 2 = KRDSTAN derket pêşberî raya giştî, divê mirov hinekî bi xwînerên Xwebûnê re parve bike. Pêşangehê navê xwe ji gotina gorbihuşt Qazî Muhemmed wergirtiye û li gora dîroknas Sedat Ulugana lêkolîna dîrokî ya kronolojiya sedsala bûyerên Kurdistanê hatiye diyarkirin, bi kuratoriya Bariş Seyitvan û Serdar Mutlu bi berhemên 17 hunermendan yek jê aman, yek jê îtalyan û 15 kurd bi berhemên xwe yên şêwecuda hatiye lidarxistin. Xebatên pêşangehê ji teref komîteya xebatên peymana Lozanê, Sevgi Koyuncu, Dinah Gross, Hayrettin Oztekin ve beriya bi salekê hatiye diyarkirin û weke proje bi hunermendên kurd re hatiye parvekirin.

Xebata Hito Steyerî ya videoyê bi navê Muzexane qada şer e? ku mijara wê gulleya çekekê ye, bi fikir û çîroka wê gulleyê kronolojiya encamên peymanê ji nû ve di hişê mirov de zindî dike. Ji ber ku ew gulle li kargeheke çekan a alman hatiye hilberandin, dewleta Turkiyeyê ew standiye û dû re di sala 1991’ê de pê şervana jin Ronahî kuştiye. Ev jî tîne bîra mirov ku bê çima dewletên çekfiroş li hemberî zilma dewleta Turkiyeyê bê deng in û çima dewlemendên çekfiroş piştgiriyê didin karên hunerî. Her wiha xebata hunermend Walid Siti yê duhokî ku ji 100 pelên rojnameyên kevn hatibû amadekirin û di navendê de quleke di şiklê çiyayekî de hatiye vekirin, di ketina hêwanê de singên mêvanan pêşwazî dike. Tabloya li ser qumêş a Havin Al-Sindy û tabloya Osman Ahmed ku bi awayekî mezin hatibûn xêzkirin, belkî weke nîşaneyên bi sedan qetlîamên li ser kurdan di du çarçoveyan de hatibûn bicihkirin. Vooria Aria yê ji Sinê ku niştecihê Viyanayê, bi cacimên destkarî yên weke peyker hatibûn teşedan û li ser çarçoveyên text û cam hatibûn bicihkirin, bi destê mirov digirt û ew dibir rojhilatê Kurdistanê. Her wiha çarçoveya biçûk û vala ku weke sembola diziya dewleta Turkiyeyê ya hemû alav û hêmanên çanda kurdan û tabloya ku bi sedan navên cihwarên kurdî bi tîpên hûrik nivîsandî û mohra Atatürkî li ser, weke du berhemên mînîmalîst ji destê Serhat Ertuna derketî, yekser qirkirina çand û zimanê kurdî bi bîra mirov dixe. Li dû pèşangehê hunermendê rojhilatê Kurdistanê Wirya Budaghi li derveyî hêwanê performansek nîşan da. Di destekî wî de rûbereke sor di benekî de hebû û ew li dû xwe bi erdê re kişand û di destê dinê de pirtûkek helbestên kurdî hebû û ber bi maseya ku nîşaneya îmzekirina peymanê ve meşiya, ji erdê guldankek rakir û li ser maseyê bi cih kir. Timelanda dîrokî ya