Pêvajoya Aştiyê û Mafê Hêviyê

Di vê xalê de, helwesta Komîteya Konseya Wezîran û saziyên Ewropayê bi giranî cihê rexneyê ye. Tevî ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hemû serlêdanên qanûnî û pratîkî kirine jî, komîte di cîbicîkirina biryarên xwe de her tim giran tevdigere û li hemberî Enqereyê helwesteke tirsok û fersendperest nîşan dide.

1 deqe xwendin
Pêvajoya Aştiyê û Mafê Hêviyê

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi hewldanên bêhempa û vîzyona stratejîk a Rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin, tevî ku salek zêdetir di ser re derbas bûye jî, di asteke giran û krîtîk de dimeşe. Tevgera Azadiyê ji roja destpêkê ve ji bo avakirina bingeheke demokratîk û aştiyane hemû gavên pêwîst avêtine û dilsoziya xwe ya ji bo çareseriyê nîşan daye. Lê, li hemberî vê daxwaza jidil, nêzîkatiya dewleta tirk û hikûmeta AKPê her tim li ser bingeha taktîkên tewandin, paşvekişandin û parastina statukoya xwe bûye. Pêvajo ji ber neavêtina gavên hiqûqî, siyasî û destûriyî ya ji aliyê desthilatdariyê ve, bi zanebûn hatiye xitimandin.

Sedema herî mezin a ku hikûmeta AKPê gavan navêje, nebûna vîzyoneke rastîn a çareseriyê ye. AKP, pirsgirêka kurdî û pêvajoya aştiyê ne wekî pirsgirêkek çarenûsî û mirovî, bêhtir wekî amûreke pragmatîk ji bo parastina desthilatdariya xwe û qezenckirina hilbijartinan dibîne. Ji aliyekî ve kodên dewletê yên klasîk û tifaqa neteweperest nahêlin ku reformên radîkal ên qanûnî werin kirin, ji aliyê din ve jî geşedanên li herêmê, bi taybetî fobiya pêşkeftina pergala demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê, tirs û fikarên dewletê kûrtir dike. Dewlet li şûna ku aştiyê wekî fersendekê bibîne, hegemonyaya xwe ya leşkerî diparêze û bi israr di sererastkirina qanûnên bingehîn ên wek qanûna hilbijartinê, qanûna antî-terorê û mafên welatiyê wekhev de bi paş ve gav diavêje. Ev nêzîkatî nîşan dide ku desthilatdarî tenê dixwaze pêvajoyê ji bo berjewendiyên xwe bi rê ve bibe, ne ku pirsgirêkê bi bingehîn çareser bike.

Ev demeke dirêj e ku heyeta Îmraliyê nikare bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk bîne û ev astengkirin bi serê xwe binpêkirina mafên herî bingehîn ên hiqûqî û mirovî ye. Lê, agahiyên ku dibêjin hevdîtin di navbera aliyan de bi qenalên cuda û bi derdorên cuda re dewam dikin, rastiyeke din a polîtîk derdixe holê. Rêber Abdullah Ocalan ne tenê aktorekî siyasî ye, ew mîmarê sereke yê felsefeya jiyana hevpar a gelan e. Ger ew bi qenalên cuda re di nav diyalogê de be, ev yek bandoreke erênî û dînamîk li ser pêvajoyê dike, rêya ber bi çareseriyê hêsantir dike û rê li ber hişmendiyeke nû ya civakî vedike. Li aliyê din, îdiayên ku di ragihandina nêzî AKPê de tên nîqaşkirin, piranî wekî operasyonên psîkolojîk û hewldanên manîpulasyonê mirov dikare binirxîne. Desthilatdarî dixwaze bi van nûçeyan raya giştî ya kurd tevlihev bike, daxwazên civakî daxe asta lihevkirinên hêsan û berpirsyariya neavêtina gavan bixe stûyê aliyê kurd. Ji ber vê yekê, divê ev îdia bi hişyariyeke mezin werin nirxandin û wekî parçeyek ji şerê taybet ê dewletê werin dîtin. Nexwe ger ev îdia rastin, çima dewlet bi fermî rê li ber çûna Îmraliyê venake? Çima ji bo pêşveçûna pêvajoyê gavên pêwîst navêje? Em dikarin bêjin îdiayên ku diavêjin holê û nêzîkatiya dewletê ji hev pir dûr in. 

Mifteya herî krîtîk a vê qonaxê, astengiyên hiqûqî yên li dora Mafê Hêviyê ne. Li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, cezayê girtina heta hetayê ya girankirî bêyî ku şansek ji bo nirxandina azadiyê hebe, wekî îşkence û muameleya xerab tê qebûlkirin. Komîteya Konseya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê berê dem dabû Tirkiyeyê ku di qanûnên xwe yên înfazê de guhertinan bike û sîstemekê ava bike ku Mafê Hêviyê bide Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din. Lê, Tirkiye ji ber polîtîkaya xwe ya dij-hiqûqî û hiqûqa dijminatiyê ya taybet ku li Îmraliyê sepandiye, gavan navêje. Dewleta tirk ji tirsê ku ev guhertina qanûnî rê li ber azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan vebike, guh nade qanûnên navneteweyî û bi zanebûn sîstema xwe ya hiqûqî di asteke antî-demokratîk de dihêle.

Di vê xalê de, helwesta Komîteya Konseya Wezîran û saziyên Ewropayê bi giranî cihê rexneyê ye. Tevî ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hemû serlêdanên qanûnî û pratîkî kirine jî, komîte di cîbicîkirina biryarên xwe de her tim giran tevdigere û li hemberî Enqereyê helwesteke tirsok û fersendperest nîşan dide. Îdiayên ku dibêjin di civîna meha hezîranê de dibe ku mijara Mafê Hêviyê ya ji bo Rêber Ocalan dîsa were paşxistin, nîşaneya hilweşîna pîvanên hiqûqî yên Ewropayê ne. Komîteya Konseya Wezîran ji ber berjewendiyên aborî, leşkerî û krîza penaberan, mafên mirovan feda dike û li ser mijara Îmraliyê zextên pêwîst li Tirkiyeyê nake. Ev bêdengî û paşxistin bi wateya şirîkatiya polîtîkaya tecrîdê ya AKPê ye.

Li hemberî vê bêdengiya saziyên fermî, name û bangên ku ji aliyê kesayetên naskirî yên navneteweyî, mîna xwediyên xelata Nobelê, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan ve ji bo Komîteya Konseya Wezîran hatine şandin, xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Ev bang tecrîda li Îmraliyê ji çarçoveya herêmî dibe asta gerdûnî û nîşan dide ku azadiya Rêber Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn şertekî bingehîn e. Saziyên Ewropayê yên ku xwe wekî parêzvanên mafên mirovan nîşan didin, bi van bangan rûbirûyê durûtiya xwe tên hiştin û tên neçarkirin ku di pratîkê de gavan biavêjin. Ev hewldan îspat dikin ku parastina Mafê Hêviyê yê Rêber Ocalan daxwazeke hiqûqî û exlakî ya hemû mirovahiyê ye.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nikare bi polîtîkayên xapandinê yên AKPê û bi stratejiyên bipaşxistinê yên saziyên Ewropayê bigihîje serkeftinê. Israra dewleta tirk a di neavêtina gavên hiqûqî de, hewldanek e ji bo domandina şer û krîzê. Di heman demê de, durûtî û bêdengiya Komîteya Konseya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê di mijara Mafê Hêviyê de, zirarê dide baweriya hiqûqa gerdûnî. Çareseriya rasteqîn û aştiyeke mayînde, tenê di vekirina deriyên Îmraliyê re, misogerkirina mafên hiqûqî û naskirina azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re derbas dibe. Heta ku ev gava hiqûqî neyê avêtin, her gotinek li ser aştiyê ji manîpulasyoneke siyasî wêdetir naçe.