Peyama Abdullah Ocalan ji aliyê Sozdar Avesta ve hat xwendin

Endama Konseya Rêveber a KCKê Sozdar Avesta di Newroza Qendîlê de derket ser dikê, despêkê Cejna Newrozê li Rêber Apo, malbatên şehîdan û tevayî gelê Kurd pîrozkir.  Piştre jî peyama Rêber Apo ya bi zaravayê Kurmancî xwend.

1 deqe xwendin
Peyama Abdullah Ocalan ji aliyê Sozdar Avesta ve hat xwendin

Pîrozbahiya Cejna Newroza Qendîlê didome. Endama Konseya Rêveber a KCKê Sozdar Avesta derket ser dikê, peyamek da.

Sozdar Avesta di despêkê de li ser navê Tevgera Azadiyê cejna Newrozê li Rêber Apo, malbatên şehîdan û gelê kurd pîroz kir û got: “Di kesayeta Şehîd Mazlum Dogan, Alî Heydar Kaytan, Riza Alutn û Zekiye Alkan de hemû şehîdên rêya azadiyê bibîrtînin û bejna xwe ji ber wan ditewînin. Cejna azadî û yekitiya demokratîk pîroz be.”

Di dewamê de Sozdar Avesta got: “Îro heyecana me di asta herî bilind de ye û em li benda peyama Rêber Apo bûn û gihişt destê me. Me xwest em bi hemû dost û enternasyonalîstan re parve bikîn. Ya dikeve li ser milên me jî pratîkirina peyama Rêber Apo ye û Newroza bê emê li gel Rêber Apo de pîroz bikin.”

Piştre jî peyama Rêber Apo ya bi zaravayê kurdmancî xwend û girseya gel jî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ pêşwazî li peyamê kirin.

Piştre jî Endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê Serdar Star jî peyama Rêber Apo ya bi zaravayê Soranî xwen