Peyama Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê ya Newrozê

Peyama Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê di pîrozbahiya Newroza Qendîlê de hate xwendin û hate gotin; ‘‘

1 deqe xwendin
Peyama Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê ya Newrozê

Tevlîbûna bi hezaran kesan li Binarê Qendîlê Newroz bi coşek mezin tê pîrozkirin. Di van kêliyan de ku bi coş berdewam dike, gelek peyam hatin xwendin. Yek ji wan peyaman peyama Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê bû.

Peyama Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê wiha ye:

‘‘Qendîl navenda îradeya gel û qada yekitiya netewiye.

Xelkê têkoşer

Malbatên şehîdan

Parêzvanên rast ên vê xakê û hevalên rêya azadiyê li vir in, li ser lûtkeyên bilind ên Qendîlê, li cihê ku dîrok ji nû ve tê nivîsandin û pêşeroj tê danîn. Ji vir, ku 67 gundên yekgirtî û pênc herêmên berxwedêr (herêma Qendîlê) li dora yek mase û yek meclisê kom bûne, cejna serhildan, cejna vejînê li we hemûyan pîroz dikîn. Newroz ji bo me ne tenê guherîna demsalê ye, Newroz ji bo me manifestoya derbaskirina taritiyê û şikandina zinîrên zilmê ye.

Agirê îsal yê Newrozê, ne tenê germkirina laşe, di heman demê de agirê bawerî û îradeya ku di destê gerîla û gelê me de dibiriqeye. Îro herêm bi guherînek dîrokî re derbas dibe, Rojhilata Navîn di nava dilê şerê cîhanê yê sêyemîn deye. Pergala netew-dewlet ya ku beriya sedsalan Kurdistanê parçekir, niha li ber hilweşînê ye. Divê dema hesas de, tenê rêyek me ya rizgariyê heye, ew jî, li ser bingeha fikirê neteweya demokratik, yekitiya netewî û xwe rêxistinkirine.

Eger em îro li Rojavayê Kurdistanê temaşe bikin, em ê bibînin ku çawa îradeya gel û şoreşa jinan ji bo azadiyê bûye modelek cîhanî. Eger em temaşeyî Rojhilatê Kurdistanê bikin, em ê bibînin ku dengvedana dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ji me re dibêje ku dema serhildana hişyariyê ye. Li bakur û başûr jî, bi komployan dixwazin nasnameya me tine bikin. Lê Qendîl weke dilê vê neteweyê, hemû komployan pûç kiriye.

Em weke Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê ku nûnertiya îradeya rast ya van kesan temsil dikin, bawerin ku azadî bi xeletî nayê dayîn, azadî bi rêya xwe rêxistinkirinê tê bidest xistin. Meclisa me mînakek biçûk ya konfederalîzma demokratîke ku dikare Kurdistanê birêve bibe. Dema ku 67 gund dibin yek, ti hêzek dagirker nikare wê hêzê bêdeng bike.

Îro her kurdek li kuderê be berpirsyar e. Bêdengiya hemberî dagirkeriyê, tê wateya hevkariya bi sucdaran re. Xwe rêxistinkirin erkek exlaqî û netewî ye. Em bang li hemû partiyan dikin ku berjewendiyên xwe yên teng yên hizbî bidin aliyekê û li dora têgeha neteweya azad, kom bibin. Dema wê hatiye ku em bibin yek û sînorên çêkirî yên Skykes-Picot di hiş û dil de hilweşînin.

Qendîl ne tenê erdnigariyek çiyayi ye, Qendîl akademiyek mezin ya têkoşinê ye. Em li vir fêr bûn ku daristan, ax û mirov yek laşin. Parastina Qendîlê, parastina Hewlêr, Amed, Mihabad û Qamişloyê ye.

Em di dawiyê de, silavên xwe ji îradeya pola ya Rêber Apo re dişînin ku rêya rast ya jiyana azad nîşanî me da. Silav ji rihê şehîdan re ku îro mizginiya serkeftinê didin me.

Bila agirê Newroza îsal bibe agirê şewitandina destwerdan û parçebûnê.

Bila ev demsal bibe demsala yekîtî û xweseriya demokratîk.

Bijî yekîtiya neteweyî ya kurd

Newroza we hemûyan pîroz be

Ber bi serkeftin û jiyaneke azad ve.’’