Peyama Rêberê Gelê Kurd dê li Newroza Amedê bê xwendin
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 21ê Adarê de li Newroza Amedê bê xwendin. Tê payîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û geşedanên dawîn peyamên girîng bide.

Li çar aliyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê Newroz tê pîrozkirin. Newroza Amedê îsal jî di 21ê adarê de li Qada Newrozê tê pîrozkirin. Xebatên Newrozê li tevahiya bajar berdewam dikin. Çav li rêye ku cardin zêdeyî milyonek kes li Amedê Newrozê pêşwazî bike. Di Newrozê de mijara herî zêde tê meraqkirin jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hate zanîn ku peyama Abdullah Ocalan dê li Newroza Amedê bê xwendin. Tê payîn ku Rêberê Gelê Kurd di peyama xwe ya Newroza îsal de balê bikişîne ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Newroz û geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û cîhanê.
Newroza 2013an Onder û Buldan peyama Rêberê gelê Kurd di xwendibûn.
Peyama Abdullah Ocalan a Newrozê herî dawî di 2013an de li Newroza Amedê ji hêla Şandeya Îmraliyê ya wê demê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan ve hatibû xwendin.


