Peyman Viyan: Pêdivî bi yekîtîyê heye
Hevseroka PJAKê Peyman Viyan diyar kir ku gelê kurd bi avakirina yekîtiya neteweyî dikare xwe ji projeyên dagirkeriyê biparêze û got; “Êrişên li ser destkeftiyên kurdan li Rojavayê Kurdistanê nîşana tirsa dewletên dagirker ji projeya azadiya jinan û jiyana hevbeş a gelane.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) Peyman Viyan li ser geşedanên li Rojhilata Navîn û xeteriya ku kurd û Kurdistan pê re rû bi rû bimînin û ji bo valaderxistina vê xeteriyê divê kurd çi bikin ji JIN TV re axivî.
Peyman Viyan got; “Niha şerekî pir dijwar û taybet tê meşandin da ku nexşeya Rojhilata Navîn jinûve were xêzkirin. Ger gelek xwe rêxistin neke û nebe yek, ewê careke din bibe qurbanê projeya hêzên biyanî. Dewletên netewên herêmê bi hişmendiyeke faşîst dixwazin desthilatdariya xwe li ser îradeya gelan ferz bikin. Lêbelê, gelê kurd, bi pêşengiya projeya azadiya jinan, ji bo tevahiya cîhanê bûye mînakek têkoşînê.”
Her wiha Peyman Viyan da zanîn ku di vê pêvajoya nû de, ruhê netewî di nav hemû beşên civakê de bilind bûye û di dewamê de wiha got; “Ev ji bo Rojhilatê Kurdistanê pir girînge. Ji ber ku rejîma Îranê bi salane hewl dide bi darvekirin, zext û zordariyê desthilatdariya xwe biparêze. Ji ber vê yekê, ji bo ku hêzên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê ji bo guhertinên li herêmê amade bin, pêdivî bi yekîtîyek mezin heye.”

