Peymana HSD û Şamê
Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat xwedîderketina li HSDê û Rêveberiya Xweser, di vê dema krîtîk de bersiva herî xurt e ji bo kesên ku dixwazin destkeftiyên kurdan têk bibin. Yekîtiya neteweyî û hevgirtina bi gelên din ên herêmê re, mifteya sereke ya vê serkeftinê ye.

Di pêvajoyeke ku zemîna şer li Sûriyeyê careke din germ dibe de, nûçeya lihevkirina HSD û hikûmeta demkî ya Şamê di nav raya giştî ya kurd de deng veda. Ev peyman ne tenê lihevkirinek leşkerî, di heman demê de hewldanek e ji bo parastina destkeftiyên zêdetirî deh salan ên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin.
Ji bo gelê kurd, ev peyman berî her tiştî tê wateya parastina hebûnê. Di rewşekê de ku hêzên dagirker û komên çete amadekariya êrişên nû dikirin, girtina rê li ber şerekî mezin ê rû bi rû, ji bo aramî û ewlehiya gelê herêmê xaleke jiyanî ye.
Ev peyman di çarçoveya herêmî de jî peyamekê dide. Rêveberiya Xweser û HSD, tevî hemû zehmetiyan, lîstikvanên sereke ne û bêyî wan çareseriyek mayînde li Sûriyeyê ne pêkan e. Ev peyman, li dijî planên ku dixwazin statuya herêmê ji holê rakin, wekî mertalekî siyasî em dikarin binirxînin.
Rast e, dibe ku xalên peymanê hemû daxwazên azadî û statuyê yên gelê kurd bi temamî pêşwazî nekin. Lê belê, di siyaseta realîst de hinek gav ji bo parastina bingehê tên avêtin.
Rexneyên ku dibêjin "siyasetek baştir dikaribû bihata meşandin" her tim hene. Lê divê em vê pirsê bipirsin: Di zemînekê de ku statuya te nehatiye naskirin û tu di dorpêçeke aborî û leşkerî de yî, tu dikarî çi bikî?
Rêveberiya Xweser di navbera "du kevirên aş" de (DYA û Rûsya) karî heta îro destkeftiyan biparêze. Divê em bizanibin ku hêza herî mezin a Rêveberiya Xweser ne çekên modern, lê yekîtiya gelê herêmê ye. Di vê pêvajoyê de, Rêveberiyê bi vî halê xwe yê bêstatu, mûcîzeyeke siyasî û leşkerî pêk aniye.
Serketina herî mezin a gelê Rojava, xwedîderketina li ax û pergala xwe ye. Peyman dikarin werin guhertin, xal dikarin kêm an zêde bibin, lê ya ku nayê guhertin îradeya gel e. Gelê Rojava nîşan da ku ew ne tenê bi çekan, lê bi hişmendiya siyasî jî li dijî hemû planên qirêj amade ne û dikarin hebûna xwe biparêzin.
Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat xwedîderketina li HSDê û Rêveberiya Xweser, di vê dema krîtîk de bersiva herî xurt e ji bo kesên ku dixwazin destkeftiyên kurdan têk bibin. Yekîtiya neteweyî û hevgirtina bi gelên din ên herêmê re, mifteya sereke ya vê serkeftinê ye.
Di vê rewşa ku zemîna şer her ku diçe xurt dibû, ev peyman bû sedema rawestandina şerekî mezin a navxweyî. Piştî guherînên mezin di Şamê de, metirsiya şerê kurd-Ereb hebû, lê vê peymanê ev metirsî rakir û aştiyekê pêşkêş kir.
Peymana nû ne dawî ye, lê destpêka rêyeke nû ye ku dê kurd di pêşeroja Sûriyeyê de wekî hêzeke bingehîn cihê xwe hebe. Bi hêza xwe, bi yekîtiya xwe û bi îradeya xweseriyê, gelê kurd dikare vê derfetê bike bingehê serdemeke nû ya azadî û geşbûnê. Di şoreşa Rojava de ev îrade derket holê. Diyar bû ku gel jî bi hemû hêza xwe li pişt vê îradeyê ye.


