Peymana li Rojava di çapemeniya cihanê de çawa hat dîtin?
Çapemeniya cîhanê cih da peymana di navbera HSD û rêveberiya Şamê de û got “Kurd di rewşa heyî de bêhtir biavantaj in.”

Navenda Ragihandinê ya HSDê duh ragihand ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û hevseroka Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Şamê bi Şara re peymanek îmze kirine. Çapemeniya cîhanê jî cihekî berfireh da peymanê.
Reutersê di nûçeya xwe ya bi sernavê “Hikûmeta Sûriyeyê û kurdan di mijara entegrasyonê de lihev kir, DYAyê weke qonaxeke dîrokî nirxand” de cih da kitekitên peymanê. Di nûçeyê de herwiha cih da nêrînên Şêwirmendê Koma Krîza Navneteweyî (International Crisis Group-IGC) Noah Bonsey ku peyman weke qonaxeke dîrokî dinirxîne û dibêje ji bo her du aliyan rêyekê navberê hatiye dîtin. Di heman de hat gotin ku Tirkiye vê peymanê ji nêz ve dişopîne.
The Guardianê jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Hikûmeta Sûriyeyê û hêzên kurd di mijara agirbesta mayinde de lihev kir” de îşaret bi destkeftiyên peymanê kir û got: “Peymana di roja înê de hat mohrkirin, li gorî peymanên agirbestê yên berê ji bo rêveberiya kurd bêhtir biavantaj e.”
Press Digital a navenda wê Spanya jî cih da hûrgiliyên peymanê û axaftinên Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê José Manuel Albares ên têkildarî peymanê. Di nûçeyê de Albeares peymana heyî weke peymaneke jiyanî dibîne û dibêje: “Tenê pêvajoyeke ku li hemû derdoran guhdarî dike û tevlibûna tevahiya civaka Sûriyeyê dikare bingeha aştiyeke mayinde biavêje.”
The Nationalê jî peyman derxist pêş û got ku armanca êrişên beriya peymanê ew bû ku “HSDê li cihekî nêzî sînorê Tirkiyeyê tengav bike.”
Syriac Pressê jî pêşnûmeya Lindsey Graham û Richard Blumenthal pêşkeşî Senatoya DYAyê kir bi bîr xist û sernavê “HSD û hikûmeta Sûriyeyê peymana agirbest û entegrasyonê mohr kir; DYAyê teklîfa Qanûna Parastina Kurdan” avêt.
Di heman demê de The New York Times, Financial Times, Associated Press (AP), Deutsche Welle (DW), The Washington Post û gelek weşanên din jî cih dan peymanê.
Di heman demê de bêdengiya welatên rojavayî ya li dijî êrişên ser Rojava jî di rojeva çapemeniya cîhanê de bû.
The Telegraph a Ingilistanê di nûçeya xwe ya bi sernavê “Bêaqiliya îngiliîzan, dike ku barbariya DAIŞê dîsa derkeve holê” de got: “Êrişa hikûmeta Sûriyeyê li dijî Rojava ku kurd birêve dibin qonaxeke girîng e. Û welatên Rojava, dibe ku ji ber vê pêşnedîtina xwe poşman bibe.”


