PFDKê, bi îdiaya “bûyerên sehayê” 110 hezar TL cezayê pereyan da Amedsporê

PFDKê, bi îdiaya “bûyerên sehayê” yên di maça Amedspor û Manîsa FKê de qewimîn, 110 hezar TL cezayê pereyan da Amedsporê.

1 deqe xwendin
PFDKê, bi îdiaya “bûyerên sehayê” 110 hezar TL cezayê pereyan da Amedsporê

Lijneya Disiplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK), bi îdiaya “bûyerên sehayê” yên di maça Amedspor û Manîsa Sporê de rû dan, 110 hezar TL cezayê pereyan da Amedsporê. Her wiha PFDKê îdia kir ku blokên Dogu Alt Trîbûn 135 û Bati Alt Trîbûn 112 di heman maçê de tev li bûyeran bûne û cezayê maçê da alîgirên li vê derê. 

PFDKê, di heman maçê de ji ber hereketa tund kiribû, ceza da lîstikvanê Manîsa FKê Waldir Alenis Vargas. PFDKê biryar da ku Vargas di 2 maçan de nelîze û 26 hezar û 700 TLan weke ceza bide.