Pîroz be

Bihar hat. Demsala kurdan. Her çiqas serma hîn xatir nexwestibe jî kulîlk xwe ber didin. Bêhna biharê tê. Xweza bi fîstanê xwe yê biharê wek rojê hiltê.

1 deqe xwendin
Pîroz be

Bihar hat. Demsala kurdan. Her çiqas serma hîn xatir nexwestibe jî kulîlk xwe ber didin. Bêhna biharê tê. Xweza bi fîstanê xwe yê biharê wek rojê hiltê. Bihar tê û li gel vê atmosfera faşîst a mêtingeran jî ji coşa kurdan pariyek jî kêm nabe. Bihar û coşa kurdan li hev tê. Bihar û kurd du evîndarên hev in. Newroz jivana wan e. Hêzên mêtinger wek Bekoyê Ewan her hewl dide vê jivanê têk bibe. Lê di Newroza 2022’yan de jî ji qadên azad heya bajarên berxwedêr bi milyonan Mem û Zîn li Newrozan bûn. Qadên Newrozê ji bo xeyalên mêtingeran cardin bû goristan. Ev yek ji pîrozbahiyên 8’ê Adarê xuya bû û ew ê bi 4’ê Nîsanê berdewam bike. Newroz hezar carî pîroz be.

Di salên 1000’î de fikrên Gazalî pêşî li fîlozofiya îslamê girt. Ev bi xwe jî ji fîlozofiyê ne dûr bû lê encama ramana wî gihişt ku fîlozofî di mijarên metafîzîkê de bêkêr e. Li gorî Gazalî fîlozofî zirarek mezin dida fikra îslamî, nakokiyên mezin hebûn di fîlozofiyê de (Tehafutul-Felasife). Kesên wek Îbn-î Sîna bi kufrê sûcdar dikir. Ji ber van fikrên Gazalî fîlozofiya ku beriya wî şîn dibû, qut bû. Pîştî wî jî kesên ku bi fîlozofiyê daket, ji cîhana îslamî îtîbar nedîtin. Sirgûn bûn. Êdî li Rojhilata Navîn fîlozofî nehat ser xwe. Şîroveyên şaş ên îslamê kir ku erdnigariya îslamê bibe navenda şerên kronîk. Li gel vê yekê li aliyekê din jî fikrên ku li cîhana îslamî de cîh nedî ji xwe re li Ewropayê bi nav û deng bû. Îbn-î Rûşd yek ji wan kesan e ku Ewropa bi riya wî ji fîlozofiya yewnanan bêtir fam kirine. Îbn-î Rûşd bi rexneyên xwe xwestiye cardin fîlozofî bibe metodek sereke (Tehafut et-Tehafut el-Felasife). Lê xeta Gazalî bi ser dikeve. Hezar sal in ev rewşa kambax a fîlozofiyê hîn jî li Rojhilata Navîn berdewam e. Ji ber wê jî ev şerê kronîk jî hîn berdewam e. Modela Rojava hewl dide ev şerê kronîk li van xaka bi dawî bike. Helbet sedema sereke ev e ku di bingeha Şoreşa Rojavayê da metoda fîlozofiyê heye. Gelê kurd fîlozofiyê piştî hezar salan di şexsê Ocalan da tîne li ser xaka qedîm. Niha nîqaşên rojane û