Pirozbahiya Newroza Îzmîrê dest pê kir
Newroza Îzmîrê ku bi dirûşma ‘Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk’ li qada Gundogduyê tê pîrozkirin bi coşeke mezin dest pê kir.

Newroza îzmîrê ku bi dirûşma ‘Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk’ li Qada Gundogduyê tê pîrozkirin dest pê kir. Ji sibê zû ve welatî bi cil û bergên xwe yê neteweyî, xemlên xwe yên ji bo Newrozê û alan ve ji deriyê kontrolê derbas bûn û ketin qadê. Welatî bi stran, gerandina govend û tîlîliyan qadê germ dikin. Di qadê de bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ olan dide.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglu û Nûnera ESPê Melîha Kayaci dê beşdarî pîrozbahiyan bibin.


