Piştî 10 salan girtî ma hate berdan

Rozerîn Kalkan a ku berdana wê du caran hate taloqkirin û li girtîgehê qasî 11 mehan di hucreya yekkesî de dihat ragirtin, piştî esareta 10 salan hate berdan û vegeriya warê xwe Mêrdînê.

1 deqe xwendin
Piştî 10 salan girtî ma hate berdan

Rozerîn Kalkan a ku bi rêya hewayî hate bajêr, ji aliyê malbata xwe û rêveberên TUHAY-DERê ve bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.

Hevseroka Mêrdînê ya TUHAY-DERê Ayşe Bozan di pêşwazîkirinê de axivî û daxwaza azadiya hemû girtiyan kir.

Rozerîn Kalkan jî diyar kir ku girtiyan ji Rêber Apo û kesên ji derve re silav şandiye û destnîşan kir ku girtî wê têkoşîna rûmetê bidomînin.

Kalkan ê ku sala 2016an li Mêrdînê hate binçavkirin û girtin, piştî li girtîgehên cuda cuda ma, 2 caran berdana wê bi hincetên kêfî hatibû taloqkirin.