Piştî Helebê
Kurdan sekna xwe ya ji bo çareseriyê diyar kir. Amerîka û dewletên rojavayî jî, ji destpêka 2012an ve ji bo li Rojava modela çareseriyê bi pêş nekeve, pêşî DAIŞ bi ser kurdan ve şandin. Piştre Tirkiye xistin dewrê. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Niha jî çete û dewlet bûn yek. Lê kurd di aştî û civaka demokratîk de bi israr in.

Şer û berxwedana Helebê di dîroka kurdan de ji niha ve cihê xwe girt. Hem awayê êriş û pêkutiyên çeteyan, hem jî şêwaza berxwedanê di dilê kurdan de hestên dijwar ava kirin. Xemgînî û serbilindî bi hev re hatin jiyîn. Wekî berxwedana Keleha Dimdimê, wekî berxwedana Bêrîtan û Zîlanan, wekî berxwedana Çiyageran, berxwedana fermandar Ziyad Heleb û rêhevalên wî jî dê bandoreke mezin li ser têkoşîna gelê kurd bike.
Êrişên çeteyan ên li ser Helebê diyar kir ku di piştperdeyan de bazarên qirêj têne kirin.
Yek ji fermandarên HSDê, Sîpan Hemo, anî ziman ku dema wan xwestiye bi rêveberiya Şamê re peymanê îmze bikin, yek ketiye hundir, bi rayedarên Şamê re li derve axiviye û piştre hatine û gotine ‘niha bila îmzekirina peymanê bimîne’. Wisa xuya dibe ku dewleta tirk nexwestiye peyman were îmzekirin. Duh hevpeyvîna Şems TV ku navenda wê li Hewlêra başûrê Kurdistanê ye û bi erebî weşanê dike, a bi Colanî re hatiye kirin, beş bi beş hat weşandin (Ji ber êrişên li ser Helebê Şems TVyê biryar da ku vê hevpeyvînê neweşîne). Dema min li axaftina Colanî guhdar kir, min got qey Hakan Fîdan diaxive. Hincet û sedemên ku Colanî tîne ziman yekeyek argumanên dewleta tirk in. Li gel ku PKK hatiye fesixkirin jî pirsgirêkê bi hebûna wê ve girê dide. Lê li aliyê din behsa rastiya çeteyên xwe nake ku piraniya wan ne ji Suriyeyê. Di dîmenên hatin weşandin de, diyar dibe ku ev çete piranî ji derveyî Suriyeyê ne, gelek ji wan jî hemwelatiyên Tirkiyeyê ne. Ji bo wan ew ne problem e, lê dema mijar dibe kurd, dibe problem. Tenê mesele ne kurd in jî, mesele hişmendî ye; dijberiya li hemberî demokrasî û azadiyê ye. Di nav wan çeteyan de dibe kurd jî hebin. Li hemberî pergala jiyana bihevre êriş hene.
Kurd û heval û hogirên wan divê li hemberî vê çi bikin an jî dê çi bikin? Bersiva van pirsan grîng e. Ji ber ku diyar bû, dewletên rojava (Amerîka, Fransa, Îngîltere û Îsraîl jî di nav de) qetilkirina sivîlan, bawerî û etnîsîteyan ji xwe re nakin derd. Wezareta karê derve ya Amerîkayê daxuyanî dide ku wan Tom Barrack peywirdar kiriye ji bo meseleya Helebê çareser bibe. Barack bixwe çavkaniya pirsgirêkan e. Ew ê çareseriyek çawa bi pêş bixe? Amerîka-Îsraîl-Îngîltere ‘stratejiya tevlîheviyê’ û ‘doktrîna Xezayê’ li Rojhilata Navîn dixin meriyetê. Taktîk û straatjiya ku Îsraîlê li ser Xezayê pêk anî, çeteyên HTŞ û Colanî jî heman rêbazê bi kar anîn. Pêşî xistin dorpêçê; av, nan, elektrîk û hwd qut kirin, piştre êrîşa çekdarî dan destpêkirin. Çawa ku cîhan li hemberî wehşeta Îsraîlê bêdeng ma, li hemberî wehşeta çeteyên HŞTê jî bêdeng ma. Bi dengekî şermokî hinek tişt gotin, ewqas!
Kurdan sekna xwe ya ji bo çareseriyê daniye holê. Aliyê xwe jî diyar kiriye. Amerîka û dewletên rojavayî ji destpêka 2012an ve ji bo li Rojava modeleke xurt bi pêş nekeve her carê hinek hêz xistin dewrê. Pêşî DAIŞ bi ser kurdan ve şandin, piştre Tirkiye xistin dewrê; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Dema Esad ket, erişî Minbicê kirin, Minbic hate dagirkirin. Her carê bi êriş û gefan rêveberiya Bakur-Rojavayê Suriyeyê hate mijûlkirin. Niha jî êrişa Helebê çêbû û dixwazin HSD vekişe rojhilatê Firatê. Dixwazin kurdan di qadeke biçûk de asê bikin û nehêlin bibin xwedî vîn. Ev xwesteka wan e. Lê kurd jî helbet dê li gorî xwe hinek gavan biavêjin.
Êrişa Helebê hinek encam bi xwe re anîn;
Hesteke hevpar derket holê; hewce ye siyasetmedar û tevgerên kurd vê li ber çav bigirin û bikevin nav hewldana avakirina saziyeke neteweyî.
Kurd divê piralî têkiliyên xwe bi pêş bixin; hêzên ku li sahayê bi wan re di nav danûstandinan de ne, ji piştperdeyan ve tên birêvebirin, divê baş bizanibin ka bi kê re têdikoşin.
Kurd divê moralê xwe xurt bihêlin; ji ber ku nebûne alîgirên zilm û wehşetê. Hewceyî psîkolojiya tenêtiyê nake. Di têkoşînê de bedeldayîn heye. Bi dîmenên tên weşandin dixwazin vîna kurdan bişikînin. Lê kurd van dîmenan dê di bîra xwe de bigirin û li gorî wê li rêyên çareseriyê bigerin.
Divê kurd ji xwe bawer bin. Siyasetmedar û pêşengên wan jî ji xwe bawer bin. Di stratejiya dimeşînin de bi israr bin. Yên ku xeletiyan û zilmê dikin dijberên kurdan in. Şikestina du taxan encamê diyar nake. Ya encamê diyar dike xurtbûna stratejî û israra di stratejiyê de ye.
Çareseriyeke bêkurd ne pêkan e; ne li Tirkiyeyê ne li Îran û ne jî li Suriyeyê çareseriyeke ku kurdan nahesibîne nikare encamê werbigire. Tenê dixwazin kurdan bi tiştên biçûk re mijûl bikin û di çerçoveyeke teng de bihêlin. Li Îranê serhildan hene. Rejîm li ber hilweşînê ye. Hêzên rojavayî jî wekî sîsarkan li bendê ne ku valahiyek çêbibe û rêveberiyê desteser bikin. Ji kurdan jî dixwazin li gorî xeta wan tevbigerin. Bi êrişa Helebê Amerîka û Îsraîl dibêjin ‘hûn wekî me nekin, em ê jî pêşiya êrişan vekin’. Lê kurd vekirî dikarin bêjin ‘hûn bêminet in, heke rihetî ji me re tune be, ew ê ji we re jî tune be!’
Saziyên navneteweyî êdî hew dikarin bixebitin. Bandora wan a li ser dewletan pir kêm bûye. Ev jî nîşaneya şerekî mezin ê cîhanî ye. Kurd divê ji êrişa Helebê dersên baş derbixin. Mekanîzmaya pêşîgirtina komkujiyan mecbûr in bi pêş bixin. Bendewariya ji derve xerab e. Li cihê wê stratejiya demdirêj hewce ye. Stratejiyeke ku di dema kin de wenda bike yan jî tawîzan bide lê bi demdirêjî qezenç bike, hewce ye. Li gorî wê bi dewletan an jî hinek hêzan re lihevkirin jî çêdibe. Carinan vekişîn jî çêdibe. Lê ya muhîm ew e, baş were hesabkirin ku ji bo pêşerojê divê çi bê kirin!


