Piyaseya hirçê û slumpflasyon

Fona Pereyî ya Cîhanê (IMF) û Banqeya Cîhanê du saziyên ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo pergala pere û fînansê ya navneteweyî saz bikin, hatine avakirin.

1 deqe xwendin
Piyaseya hirçê û slumpflasyon

Fona Pereyî ya Cîhanê (IMF) û Banqeya Cîhanê du saziyên ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo pergala pere û fînansê ya navneteweyî saz bikin, hatine avakirin. Ji vê pergalê re tê gotin Pergala Bretton Woods an jî wek saziyên cêwî yên Bretton Woodsê tên binavkirin. Li gor Peymana Bretton Woodsê (1944) hemû pereyên cîhanê bi dolarê Amerîkayê ve hatin girêdan û dolarê amerîkî bû tekane pere ku li hemberî zêr bi nirxekî westar (sabît) bê qebûlkirin. Li gor vê peymanê onsek zêr (1 Ons=31.10 gr) wek 35 dolarê amerîkî qebûl kirin. Peymana Bretton Woodsê di heman demê de destpêka kadîbûna (globalbûna) pergala fînansê û pere ye jî. Peywirên van saziyên cewî ew in, ku hevsengî û aramiya piyaseyê bidin rûniştandin. Ji bo rewşa pergalê her sal, salê du caran di mehên nîsan û cotmehê de IMF raportên rewşa welatan amade dike, li gor nîşaneyên (indikator) makro û darayî nirxandinan li ser pêşveçûyîna aborî û dahata welatan dike. Carinan jî hişyarî dide welatên ku rewşa wan ber bi başbûnê ve naçe.