PJAK di asta herî xurt de amade ye

Endamê Konseya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Fûad Bêrîtan ji ANFê re axivî. Fûad Bêrîtan diyar kir ku PJAK niha di asta herî xurt de ye û ji her senaryoyê re amade ye.

1 deqe xwendin
PJAK di asta herî xurt de amade ye

Endamê Konseya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Fûad Bêrîtan ji ANFê re axivî. Fûad Bêrîtan diyar kir ku PJAK niha di asta herî xurt de ye û ji her senaryoyê re amade ye. Fûad Bêrîtan baweriya bi têkoşîna PJAKê û piştgiriya gel anî ziman û diyar kir ku ew ji bo her rewşê amade ne.

Li ser pirsa, “Piştî şerê 12 rojan li Komara Îslamî krîzên çawa qewimîn û encamên wan çi ne? Wekî endamekî PJAKê hûn van pêşketinana çawa dinirxînin?” Endamê Konseya Rêveber a PJAKê Fûat Bêrîtan wiha dibêj e: “Komara Îslamî şerê 12 rojan a ku bi Îsraîlê re jiya di her warî de hilweşînek kûr dijî. Ev hilweşîn ne tenê bi aliyên leşkerî yan ewlehiyê ve sînordar e; ev hilweşînek paradîgmatîk û îdeolojîk e. Versiyona heyî ya Komara Îslamî bi her awayî fonksiyona xwe winda kiriye û modelek nû li şûna wê bi cih nekiriye. Şer hêza bazariyê ya Komara Îslamî lawaz kir. Parastina wê ya hewayî bi giranî zirar dîtiye, “Hîlala Şîe” bûye xeyalek û bernameya wê ya nukleerî derbek giran xwar. Krîzên aborî,karesatên jîngehê û kûrahiya mezin a di navbera gel û hikûmetê de bêhêziya rejîmê nîşan didin. Komara Îslamî ya ku têkçûnê li ser hev dijî, ew îdiaya xwe ya hegemonyaya herêmî winda kiriye û bi encamên totalîteriya xwe re rû bi rû maye. Ev rewş ji her demê bêtir gefê li hebûna rejîmê dixwe. Êdî dirûşma “Ne şer, muzakere” ya Komara Îslamî ne domdar e. Beriya ku bi Rojava re li hev bike divê tawîzên girîng bide, lê ev tawîz wê bingeha îdeolojîk a rejîmê bihejînin. Rejîm li ser xaçerêyekê ye: yan divê guhertinek bingehîn bike yan jî krîz wê kûrtir bibe. Em wekî PJAKê vê krîzê ji bo gelê Îranê wekî derfetekê dibînin. Heta ku rejîm radestî îradeya gel nebe, azadî û demokrasiyê qebûl neke, nikare xwe ji vê krîzê rizgar bike. Berovajî vê, ger ku rejîm polîtîkayên paşguhkirina dengê gel û zextên sîstemîk bidomîne wê bêhtir hilweşe.”

Ev taktîk êdî ne darbasdar e

Endamê Konseya Rêveber a PJAKê Fûad Bêrîtan, pirsa, “Koka krîzên bingehîn ên Komara Îslamî çi ye û çima modelarêveberiyê ya heyî ji daxwazên civakê re nikare bibe bersiv?” wiha dibersivîn e: “Krîzên Komara Îslamî xwe dispêre bingeha binyadî û zîhniyetê. Bi dehsalan e ku rejîmê daxwazên gel çewisandiye û modelek rêvebirinê ya deraqilane pejirandiye. Ev model ji bo hebûna xwe biparêze her cûre pêngavên taktîkî bi kar anî: têkiliyên dîplomatîk qut kir û jinûve ava kir, dubendiya “tundrew-nerm” lîst û dema ku pêwîst bû qedeha jehrî vexwar. Ev taktîk êdî ne darbasdar e. Polîtîkayên Xameneyî bûne sembola têkçûna rejîmê. Komara Îslamî êdî ne navenda biryardanê ye. Kesên xwedî hêz û dewlemend dikarin ji bo parastina berjewendiyên xwe rejîmê terk bikin. Mînak, Îmamê Nimêja Înê ya Tehranê Sedighî ji peywerê girt, guhertinên di Konseya Ewlekariya Neteweyî de û vegera Elî Larîcanî û tevgerên din dibe ku nîşana guhertinê be. Lê ne diyar e ka ev gav ji dil in an taktîkî ne. Gel bi temamî baweriya xwe ji rejîmê winda kiriye. Rejîm tenê li ser domandina jiyana xwe difikire; li şûna çareserkirina krîzan an b