PJAK êrişên Îranê yên li ser partiyên Rojhilat şermezar kir

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî êrişên rejîma Îranê yên li ser baregehên partiyên rojhilatê Kurdistanê wiha got: “Duh Artêşa Pasdaran a Îranê bi bikaranîna dronên xwekuj û mûşekan êriş bir ser bingehên çend partiyên rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Federal a Kurdistanê kir. Em wek PJAK van êrişan bi tundî şermezar dikin.”

1 deqe xwendin
PJAK êrişên Îranê yên li ser partiyên Rojhilat şermezar kir

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) der barê êrişên rejîma Îranê ya bi ser partiyên kurd ên rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek da û êrişê şermezar kir. PJAKê aşkere kir ku êrişên rejîma Îranê yên li ser navend û bargehên partiyên rojhilatê Kurdistanê, êrişên li ser hevpeymaniya partiyan û gelê kurd in û nîşaneya tirsa rejîma Îranê ya ji yekgirtinê ye.

PJAKê di destpêka daxuyaniyê de got: “Duh Artêşa Pasdaran a Îranê bi bikaranîna dronên xwekuj û mûşekan êriş bir ser bingehên çend partiyên rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Federal a Kurdistanê û bi taybetî jî bi ser baregehên Partiya Demokrat û Komeleyê yên li Koye, Zirgewez û Sûrdaşê kir. Em wek PJAK van êrişan bi tundî şermezar dikin.”

‘Îran ji kontrola siyaseta bi aqil derketiye’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên dronî û mûşekî yên rejîma Îranê li ser partiyên rojhilatê Kurdistanê nîşaneya bêçareyî û lewaziya Komara Îslamî û Artêşa Pasdarane û dijberiya wan a li dijî gelê kurd nîşan dide û ev yek hate gotin: “Di demekê de ku hêzên zordar ên rejîmê li seranserê Îranê bûne armanca êrişên Îsraîl û Amerîkayê, ev rejîm tu plan û siyasetekî aqilane ji bo çareserkirina pirsgirêk û qeyranan peyda nekiriye û neteweyên Îranê dike qurbaniya xwestinên desthilatên xwe.”

PJAKê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku êrişa ser baregehên partiyên kurd belgeyek zelale ku di 47 salên borî de rêbazê rejîma Komara Îslamî ya Îranê li ser zordarî û şerxwaziyê hatiye avakirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin van kiryarên şerxwaz rê nade ku Îran ber bi çareserkirina krîzan û bidestxistina azadiya gelan û neteweyan ve biçe û wiha hat gotin: “Ji ber vê yekê, astengiya herî mezin Komara Îslamî ya Îranê bi xwe ye. Rejîm niha li ser kavila hilweşandinê ye, lê hîn jî di rêbaza ‘çareseriya’ leşkerî ya li dijî gelê kurd û partiyên kurdî de bi israr e.” PJAK destnîşan kir ku ev ev siyaset têk çûye.

‘Rejîma Îranê nikare têkçûna xwe li pişt van êrişan veşêre’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ji gelê xwe re soz didin ku tevgera me ya azadîxwaz heta ku gelê me bi tevahî bigihîje azadiyê naraweste û emê azadî û demokrasiya bi rûmet û şanaziyê bînin holê. Bêguman êrişên Artêşa Pasdaran ên li ser baregehên partiyên kurdî yên ku armanca wan şikandina yekgirtin û hevpeymaniya hêzên kurdî ye ku ev hevpeymanî xwestina dîrokî ya gelê me ye, tenê nîşaneya tirsa rejîmê ne.”