PJAK: Îrana nû dikare bi Jin Jiyan Azadî were avakirin
PJAKê bi wesîleya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da û got, Îran û rojhilatê Kurdistanê wê bibin welatê jinên azad.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî daxuyaniyek nivîskî parve kir. Daxuyaniya PJAKê bi vî rengî ye: “Partiya me PJAK, 8ê Adarê Roja Navneteweyî ya Jinan li hemû jinan, bi taybetî jinên karker, azadîxwaz û demokrasîxwazan pîroz dike. Bêguman di siberojê de wê Îran û rojhilatê Kurdistanê bibin welatê jinên azad.
Herçend tevgerên jinan li ser asta cîhanê li ser bingehê hişmendiya îdeolojîk û paradigmayê berdewam dikin, lê hîna jî pergalek hegemonîk ku li ser prensîb û rêzikên dijminatiya jinan hatiye avakirin ser jiyan û cîhanê serdeste. Ev pergal ji jinan re cihek mirovî qebûl nake û wan wekî zayenda duyemîn dibîne. Di cîhanek wisa de ku hemû pêşketinên teknolojîk, hunerî, zanistî û hemû hêza siyasî û civakî di xizmeta pergala serdest de ne da ku jin bikevin bin koletiyê, modela jiyanê jî li gorî wê tê çêkirin. Ji ber vê yekê di cîhanek wisa de pêdivî bi têkoşînek rojane heye.
Di Îrana îroyîn de ku yek ji rejîmên herî dijî jin ên herêmê ye, hikûmraniya wê rengê mêr-serdestiyê girtiye. Zêdetirî çil salin ev civak ji azadiya jinê bêpar maye, li ber rûxandinê ye. Hema her tişt bi awayekî tirsnak bûye amûrek ji bo dijminatiya li dijî jinan.
Bêguman civaka Îran û rojhilatê Kurdistanê di vî warê de gihiştine astek hişyariyê ku têra şoreşek bi pêşengiya jinan dike. Niha ku şoreşa gelên Îranê, bi taybetî Jin Jiyan Azadî, gihiştiye asteke bilind û di mehê berê de civak dîsa pêlek ji hişyarbûn û xwepêşandanê dît, asoya bi dawîkirina zulma li ser civak û jinan derket. Niha rejîma Komara Îslamî ya dij-jinan gihiştiye qonaxa xwe ya dawî. Ji berê zêdetir ispat bûye ku Îrana nû wê tenê li ser bingehê Jin Jiyan Azadî dikare sîstemek layiqê cihêrengiyê bidest bixe.
Di vê pêvajoyê de ku Îran li ber guherînek dîrokî de ye û guherîna rejîmê nêzîke, çarenûsa jinan û mafê wan ê azadiyê ji bo partiya me di pêşiya hemû mijaran de ye. Êrişên Amerîka û Îsraîl li dijî Îranê pêvajoya guherîna Îranê leztir kiriye. Lê tiştê ku dê civakê bi awayekî azadîxwaz biafirîne, civaka agahdar û hişyar be.
Di vî alî de tenê bi demokrasî û bi avakirina şaristaniya demokratîk dikare cihê rast ji jinan re li Îran û rojhilatê Kurdistanê were dayîn. Ev jî bi nasandina mafê jinan yê beşdarbûna siyasî û birêvebirina civakê dest pê dike. Ji ber ku ew hêza sereke ya şoreşa nû ya Îranê bûne. Ev jî dê bibe ceribandinek girîng ji bo Îrana pêşerojê. Di pergala nû ya Îranê de, çarenûsa civak, jin û ekolojî – jîngeh divê di serê hemû bernameyan de bê danîn. Civaka azad tenê bi azadiya van sê bingehan, bi taybetî azadiya jinan, tê pîvandin.
Ji ber vê yekê ceribandina herî mezin a dîrokî li pêşiya civakên Îran û rojhilatê Kurdistanê ye. Partiya me PJAK li ser van prensîban ji bo bidestxistina mafên xwezayî yên jinan sekinî ye û ji bo wê têkoşîn dike. Ji niha ve, bi azadkirina girtiyên siyasî yên jin li Îranê divê guherîn dest pê bike û bi bikaranîna destkeftiyên tevgera azadîxwaz a kurdan, Rojhilata Navîn a xweşik were avakirin.
Îro jinên kurd li asta Rojhilata Navîn, ji bilî rêxistinbûna civakî, xwedî rêxistinbûna hêza xwe ya şoreşger û gerîla ne. Ev hêz li ser bingehê paradigmaya civaka demokratîk û ekolojîk, li ser azadiya jinê dixebite û bûye piştgiriyek ji bo gelên herêmê û jinên azadîxwaz ên cîhanê.
Ev pêşketina jinên kurd li ser rewşa xerab a jin-dijminî û paşverûtiya sîstema siyasî ya welatên herêmê derbas dibe. Ev destkeftiyane jî di sayeya têkoşîn û hewldanên dehsalên borî de hatine bidestxistin û ji bo gelên herêmê, bi taybetî gelê kurd, pir bi nirxin.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), bi wesîleya 8ê Adarê Roja Navneteweyî ya Jinan li hemû jinan, bi taybetî jinên têkoşer, azadîxwaz û demokrasîxwaz pîroz dike. Civaka jin-dijmin û paşverû civaka mêr-serdeste û ev bingeh di nav gelê kurd de êdî bê wate ye.
Guherîna dîrokî ya Îranê bi hatina 8ê Adarê re pir bi wate ye. Azadiya jinan li Îranek guhertî de şertê sereke yê hemû azadiyane. Azadiya gelê kurd û azadiya jinan bi hev re girêdayî ne. Hêza tevgera me jî ji ber têkoşîna hevbeş a gelê me, jinan û rêberiya Rêber Apo ye ku jinên kurd gihandine cihê wan yê layîq. Ji niha û şûnve bi têkoşîn, yekîtiya neteweyî-demokratîk û rêxistinkirina civakê dikare azadiya tam were bidestxistin.”


