Plana çokdanînê têk çû
Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK), 30yê cotmeha 2014an, civînek pêk anî û plana êrişa li dijî kurdan a topyekûn amade kir. Navê ‘Plana Çokdanînê’ lê kirin.
Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK), 30yê cotmeha 2014an, civînek pêk anî û plana êrişa li dijî kurdan a topyekûn amade kir. Navê ‘Plana Çokdanînê’ lê kirin. Serokkomarê AKPê Erdogan maseya diyalogê red kir. Piştre, 24ê tîrmeha 2015an, li dijî Qendîlê êrîşên berfireh pêk anîn. Di çarçoveya vê planê de qedexeya derketina derve li navçeya Gimgima Mûşê, 16ê tebaxa 2015an, ragihandin. Ev li 11 bajaran belav bû. Li gorî TÎHV’ê di qedexeyên derketina derve de hezar û 425 kes hatin kuştin. Piştre operasyonên siyasî dest pê kirin. Di operasyona 4ê mijdara 2016an de, hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 12 parlamenterên HDPê hatin girtin. Li gor Komîsyona Hiqûqê ya HDPê, di navbera 24ê hezîrana 2015an û 1ê sibata 2017an de 15 hezar û 370 endamên partiyê hatine binçavkirin û ji wan 3 hezar û 647 jî hatine girtin. Di 4ê mijdara 2024an de dîsa qeyûm tayînî Şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê kirin. Têkildarî operasyona qirkirina siyasî siyasetmedar û nûnerê DEM


