Platforma Jinan a Îzmirê: 24 saetan de 6 jin hatin kuştin
Platforma Jinan a Îzmirê, bi armanca şermezar kirina qetilkirina 6 jinên ku di nava 24 saetan de hatine kuştin daxuyaniyek da. Jinan diyar kir ku ji bo jinek din ji nav wan kêm nebe, dê têkoşîna xwe bilind bikin.

Platforma Jinan a Îzmirê, li ber Navenda Çanda Turkan Saylan a li Alsancakê li hev civiyan. Di çalakiyê de pankarta ‘Di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin. Em li şînê ne, em di raperînê de ne’ hate vekirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmirê Burcugul Çubuk û gelek jin beşdar bûn, dirûşmên ‘Bila malbata we ya pîroz birûxe, bila jin bijîn’, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Em bêdeng namînin, em natirsin, em serî natewînin’ hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama însiyatîfa Meşa Şevan ya Femînîstan Ezgî Tofurcu ve hate xwendin.
‘Dema qanûn nekevin, meriyete tundiya meran tê teşwîqkirin’
Ezgî Tofurcu bi bîr xist ku beriya sê rojan di nava 24 saetan de 6 jin hatine qetilkirin û destnîşan kir ku ev ne tesaduf e, nîşaneya qirrkirina jinan a sîstematîk e. Tofurcu diyar kir ku ev reqam ne tenê îstatîstîk in, her jinek jiyanek e û got: “Jin li kolanan, li malan û li kargehan dibin armanca tundiya mêran. Dema em li pişt vê tundiyê dinêrin, em ne tenê mêrên kujer, lê belê patrîyarkayê û polîtîkayên mêr-dewletê yên ku kujeran diparêzin dibînin. Pergala mêr-serwer, tunehesibandina jinan rewa dike û mêrên kujer xurt dike. Vekişîna ji Peymana Stenbolê, nesepandina qanûna hejmara 6284, polîtîkayên bêcezahiştinê û ceza daxistinên bi navê ‘halê baş’, rê li ber parastina jinan digire. Berdana mêrên ku berê sûcên tundiyê kirine, ne tenê îhmal e, tercîheke bi hişmendî ye. Ev tercîh peyama ‘tu dikarî bikî’ dide mêran û jiyana jinan dike armanc.”
Ezgî Tofurcu destnîşan kir ku parastina jinan erk û wezîfeya dewletê ye lê dewlet vê erka xwe bi cih nayine û got: “Jinên xwedî belgeya biryara dûrxistinê têne kuştin. Jinên ku bi dehan caran gilî kirine têne kuştin. Ev yek nîşan dide ku mekanîzmayên parastinê tenê li ser kaxezê man e. Qetilkirina jinan ne ji ber ‘windakirina kontrolê’ ya çend mêran e; ev encama nîzameke siyasî ye ku malbatê ji jiyana jinan girîngtir dibîne. Dema mafê jiyanê yê jinan neyê parastin, rehetiya kujeran tê parastin.
‘Em ê li dijî malbata we ya qaşo pîroz têkoşînê mezin bikin’
Di dawiya daxuyaniyê de Ezgî Tofurcu diyar kir ku ew pergala bi navê “sala malbatê” ya ku dixwaze jinan di malan de heps bike qebûl nakin û got: “Hewldanên we yên girtina jinan a nav malan û dorpêçkirina jiyana LGBTÎ+an dê pûç bibe. Em li qadan e, em ê her têbikoşin “
Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.


