Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê ji bo Rojava civînek li dar xist

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, têkildarî êrişên li Rojava civînek li dar xist û bi nûnerên saziyên sivîl, rûspiyên bajêr û gel re rewşa heyî nirxandin.

1 deqe xwendin
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê ji bo Rojava civînek li dar xist

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, têkildarî erişên çeteyên HTŞ û SMOyê li eywaneke dawetê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê civînek li dar xist. Di civînê de erişên li ser Rojava û xetereya komkujiyê ya li ser gelê kurd hatin nîqaşkirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, rûsipiyên bajêr û gel tev li civînê bûn.

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulşen Kûrt di civînê de axivî û destnîşan kir ku ew dê heta dawiyê xwedî li Rojava derbikevin. Gulşen Kûrtê destnîşan kir ku ev bi salan e gelê kurd ji bo hebûn, ax, ziman, çand û nasnameya xwe têdikoşe û got: “Ev 52 sal in gelê kurd bedelên giran dide. Di encama vê têkoşîna 52 salan kurd gihiştin hebûna xwe û niha hemû cîhan gelê kurd nasdike. Têkoşîna jinên kurd û gelê kurd ji bo hemû cîhanê bûye mînak. Di 27ê sibatê de rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan bangek kir û gel jî li pişt vê bangawaziyê sekinî û xwedî derket. Li Rojava şer, li vir aştî nabe. Bila herkes baş bizane ku aqilê şer nayê qebûlkirin û Rojava xeta me ya sor e.”

Piştre parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar axivî û bal kişand ser berxwedana kurdan a li Rojava. Zulkuf Ûçar anî ziman ku Rojava heta dawiyê biparêzin û banga xwedî derketinê kir. Piştî axaftinan kesên ku xwestin biaxivin derketin ser dikê û fikir û ramanên xwe anîn ziman. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî metna ku li dijî êrişên amade kiribû, pêşkêş kir û xwest kesên tev li civînê bûn îmze bikin. Wê metna hatiye îmzekirin ji saziyên eleqedar ên navneteweyî û neteweyî re bê şandin.

Piştî axaftina welatiyan civîn bi çepikan bi dawî bû.