Polîsan êrîşî protestoya CHPiyan kir

Serokatiya CHPê ya Mûglayê û rêxistina CHPê ya navçeya Menteşeyê xwestin binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû protesto bikin.

1 deqe xwendin
Polîsan êrîşî protestoya CHPiyan kir

Serokatiya CHPê ya Mûglayê û rêxistina CHPê ya navçeya Menteşeyê xwestin binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû protesto bikin. Bi vê boneyê xwestin ber bi Edliyeya Mûglayê ve meşê li dar bixin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Muglayê Ahmet Aras û şaredarên navçeyan ên CHPî jî tev li çalakiyê bûn. Lê polîsan destûr nedan, berîqet danîn pêşiya çalakvanan û bi gazên îsotê êrîş birin ser.

Di êrîşê de li gel serokê Baskê Ciwanan ê CHPa Mûglayê Nazim Şardogan 5 kes hatin binçavkirin.