Polîsan li Mêrsînê 5 kes binçav kirin

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Reşat Aşan, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrsînê yên berê Fatmagul Demîrtag, Aleddîn Erdogan, Selman Gunbat,...

1 deqe xwendin
Polîsan li Mêrsînê 5 kes binçav kirin

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Reşat Aşan, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrsînê yên berê Fatmagul Demîrtag, Aleddîn Erdogan, Selman Gunbat, Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê yê berê Alî Tanriverdî û Faîk Kaplan di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku siyasetmedar û parastvanên mafan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatine binçavkirin. Tê payin ku binçavkiriyan bibin Stenbolê.