Polîsan nûçegîhanê MAyê binçav kir

Polîsan li Stenbolê rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Mezotomyayê Ugurcan Boztaş dema çalakiya li dijî êrişên li ser Rojava dişopand binçav kir.

1 deqe xwendin
Polîsan nûçegîhanê MAyê binçav kir

Stenbolê Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê, ji bo êrişên li ser Rojava şermezar bike çalakî li dar xist. Girseya ku ji nûnerên saziyên civakî pêk dihat, li Qada Aksarayê kom bû û xwest bimeşin. Lê polis êrişê girseyê kir. Polîsan dema êrîşî girseyê kir, rojnamegerên ku çalakî dişopandin rastî tuniyê hatin. Polîsan di êrîşê de rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ugurcan Boztaş binçav kir. Ugurcan Boztaş bi tev li kesên din yên di çalakiyê de hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.