Polîsên Bêdlisê îşkence li welatiyan kir

Polîsan li navçeya Norşînê ya Bêdlisê 8 welatî bi îşkenceyê binçav kirin. Piştî binçavkirina 8 kesan bi wêneyan hat îspatkirin ku polîsan îşkence kiriye.

1 deqe xwendin
Polîsên Bêdlisê îşkence li welatiyan kir

Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê, girse derket qadê û êrîşên li ser Rojava şermezar kir. Girseyê li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku girêdayî Tirkiyeyê daketin qadê û çalakî lidarxistin bertekên xwe anîn ziman. Polîsan, li ber avahiya navçeyê, êrişî girseyê kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên Bedlîsê û endamên meclisa bajêr jî di nav de, 8 kes bi hatin binçavkirin. Bi wêne û dîmenan derket holê ku polîsan li 8 kesan îşkence kiriye.