Portreya kedkarê çapemeniyê xêz kir

Şêwekar Rûken Ekîncî portreya rojnameger Huseyîn Aykol çêkir û anî ziman ku wî xwestiye bi çêkirina vê portreyê û hunera şêwekariyê, kedkariya Aykol nîşanî her kesî bide.

1 deqe xwendin
Portreya kedkarê çapemeniyê xêz kir

Ozan Bayindir

Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol piştî ku xwîn çû ser mêjiyê wî, li Enqereyê demeke dirêj tedawî dît û 1ê çileyê, di 70 saliya xwe de, jiyana xwe ji dest da. Kedkarê çapemeniya azad Huseyîn Aykol 36 salan rojnamegerî kir û bi gelemperî 51 salên jiyana xwe ji bo mafên mirovan ked da. Aykol bi sedan rojnameger gihandin û rojnamegerên ku şagirtiya wî kirin, li çar parçeyên Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê karê rojnamegeriyê meşandin. 

Li Êlihê şêwekar Rûken Ekîncî bi salan e portreyên kesên ku bûyerên civakî tînin rojevê xêz dike û herî dawî jî portreya rojnameger Huseyîn Aykol xêz kir. Ekîncî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Ez dixwazim bi hunera xwe ked û têkoşîna wan nemir bikim. Min ev tablo çêkir da ji bo ku salên têkoşîn û hewldana Huseyîn Aykol nîşan bide."

Bi pênûs û objektîfa xwe

Rûken Ekîncî bi bîr xist ku Aykol beriya salên 1990î ji bo mafên mirovan têkoşiyaye û piştî salên 1990î di xebatên çapemeniya azad de kedeke mezin daye û wiha got: “Aykol bi objektîf û pênûsa xwe hemû polîtîkayên şerê taybet û kuştinên ‘kiryarnediyar’ derxistin holê. Min jî portreya kedkar û şehîdek çapemeniyê xêz kir. Min xwest di vê tabloyê de hewldan û têkoşîna mamoste Huseyîn, ku rê li ber çapemeniya azad û kedkarên çapemeniyê vekir.”

Rûken Ekîncî da zanîn ku zehmet e mirov jiyana kesekî kedkar bi tabloyekê vebêje û wiha axivî: “Bêguman xêzkirina kedkarek wiha mezin hêsan nîn e. Ji ber ku pêkan nîn e ku mirov bi tabloyekê kedkariya mirovek wiha vebêje. Lê min jî xwest li gorî hêza xwe bi xêzkirina portreyekê kedkariya wî nemir bikim.” 

Bi hezaran rojnameger gihandin

Rûken Ekîncî diyar kir ku Huseyîn Aykol bi pênûs û sekna xwe bi hezaran rojnameger gihandine û wiha pê de çû: “Ez dikarim bêjim ku ew bû ronahiyek ji bo pêşerojê. Sedema xêzkirina tabloyeke wiha ew e ku bibe ronahiyek ji bo pêşerojê. Di rastiyê de, wî ti carê dev ji me berneda. Wî li pey xwe bi hezaran nûçegihan û pêşerojek pir xweşik hişt. Wî bi hewldana xwe gelek ciwan perwerde kirin.”

Wateya berhemê vegot

Rûken Ekîncî der barê wateyên di portreyê de hatine nîşandan rave kir û got, "Kamerayeke mezin heye û ronahî ji lensê tê. Ev ronahî di rastiyê de ronahiya pêşerojê ye. Bi gotineke din, ew bi ciwanên ku mezin kir re bû ronahiyek ji bo pêşerojê. Rastiya ku lingên wî mîna kokên daran in û kevok ji wan kokan derdikevin, bi hewldana wî deriyê azadiyê vedike. Hewldana wî li pêşerojê kok girt bi vî awayî. Wî ew nemir kir û jiyanek azad afirand. Bi gotineke din, ew sembolîze dike ku jiyanek bi azadî û têkoşînê re derbas bûye, di rastiyê de deriyê aştiyê vekir. Bi vî awayî, min xwest ku mamoste Huseyîn xêz bikim."

Rûken Ekîncî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hunermendan kir ku li hemberî geşedanên civakî hestiyar bin û bibin parçeyek têkoşînê.