Qada hewayî ya Iraqê 72 saetên din ji bo seferên balafiran hate girtin

Rêveberiya Balafirgeha Sivîl ya Iraqê ragihand ku wan girtina qada hewayî ya Iraqê 72 saetên din dirêj kiriye.

1 deqe xwendin
 Qada hewayî ya Iraqê 72 saetên din ji bo seferên balafiran hate girtin

Rêveberiya Balafirgeha Sivîl ya Iraqê derbarê dirêjkirina dema girtina qada hewayî ya Iraqê de daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê qada hewayî ya Iraqê 72 saetên din ji bo seferên balafiran hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê biryara dirêjkirina qedexeya qada hewayî ya Iraqê îro di saet 12:00an de ketiye meriyetê. Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku biryar di encama nirxandina rewşa herêmê û ewlekariyê de hatiye girtin û wê li gorî geşedanên şer mijar carek din were nirxandin.

Ji ber rewşa şer a di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de li gel Iraqê, gelek welatên li herêmê, qada xwe ya hewayî ji çûn û hatina balafirên sivîl re girtine.