Qada hewayî ya Iraqê ji bo 72 saetan hat qedexekirin

Rêveberiya Balafirxaneya Sivîl ya Iraqê ragihand ku dema girtina qada hewayî ya Iraqê ji bo 72 saetên din jî hatiye dirêjkirin.

1 deqe xwendin
Qada hewayî ya Iraqê ji bo 72 saetan hat qedexekirin

Rêveberiya Balafirxaneya Sivîl ya Iraqê derbarê dema dirêjkirina girtina qada hewayî ya Iraqê de daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê qada hewayî ya Iraqê ji bo 72 saetên din jî, li hatin û çûyîna balafiran hatiye girtin. Li gorî daxuyaniyê biryar îro saet 12.00an ketiye meriyetê.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku biryar di encama nirxandina rewşa herêmê û ewlekariyê de hatiye girtin û wê li gorî pêşketinan carek din were nirxandin.

Hêjayî gotinê ye ji ber şer û aloziya di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de, Iraq jî di nav de gelek welatên herêmê qada xwe ya hewayî ji çûn û hatina balafirên sivîl re girtiye.