Qada Newroza Amedê bi posterên Abdullah Ocalan hate xemilandin

Qada pîrozbahiya Newrozê ya Amedê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

1 deqe xwendin
Qada Newroza Amedê bi posterên Abdullah Ocalan hate xemilandin

Pîrozbahiya Newrozê ya Amedê dê li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” bê lidarxistin. 

Tê payin ku bi sedhezaran kes tev li pîrozbahiyê bibin. Li gelek qadên pîrozbahiyê posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.