Qanûnên çareseriyê lazim e
Rayedarên dewletê li ser van daxuyaniyan bi devê Devlet Bahçelî dîsa peyamek da. Bahçelî di civîna koma partiya xwe de got: "Bêyî were derengxistin lazim e qanûn bên çêkirin." Gotineke pêşiyên kurdan heye, dibêje; xweş xeber e lê min ne bawer e.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêber Apo di 27ê sibatê de da destpêkirin, di qonaxeke girîng de ye. Bi gavên ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê avêtin qonaxa yekemîn qediya. Di qonaxa duyemîn de lazim e êdî qanûnên têkildar werin derxistin. Lê dewleta tirk û desthilatdariya wê xwe giran dikin.
Qonaxa herî krîtîk a ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiyê, rewşa sermuzakerevanê gelê kurd Rêber Apo ye. Sermuzakerevanê gelê kurd hê jî di şert û mercên azad de naxebite. Rêxistin û gerîla dixwazin statuya Rêber Apo were diyarkirin û azad bixebite. Daxwaza gelê kurd û hêzên demokrasiyê jî bi vî rengî ye.
Rêber Apo jî di hevdîtina bi heyeta DEM Partiyê got; “Di şert û mercên heyî de êdî tiştekî zêde yê ku ez bikim tune ye û divê statuya min were diyarkirin.” Ji bo pêvajo bigihîje encamê tevî diyarkirina statuya Rêber Apo qanûnên azadiyê jî divê werin amadekirin. Rêber Apo, tevgera azadiyê jî bi awayekî di çêkirina van qanûnan de lazim e aktîf kar bikin.
Tê zanîn komîsyona li meclisê 18ê sibatê rapora xwe amade kir û ji meclisê re şand. Lê desthilata AKP-MHPê dixwazin ku hîn jî kurd sebrê bikin. Di demekê de ku şerê li Rojhilata Navîn gur bûye û çembereke ji agir li dora Kurdistan û Tirkiyê heye ji gelê kurd sebrê dixwazin. Dewleta tirk hîn jî dixwaze ji konjonkturê sûdê werbigire û pêvajoyê ji demê re bihêle.
Peyayên desthilatê yên wekî Hakan Fîdan û hwd. li vî alî û wî alî digerin da ku ji konjontura herêmî sûdê werbigirin heta bi Îsraîlê re li hev werin û pêvajoyê biqedînin. Aşkere ye ku rêveberiya AKP û wezîrê derve yê wê Hakan Fîdan, bi hemû hêza xwe dixebitin da ku bi DYA û Îsraîlê re peymanek dijî-kurd pêk bînin û Peymana Lozanê ya nû biafirînin. Hewildanên dîplomatîk ên Tirkiyeyê bi awayekî zelal nîşan didin, eger lihevkirinek çêbibe, ew ê hegemonyaya nû ya DYA-Îsraîlê li Rojhilata Navîn qebûl bike û di berdêla wê de, wê daxwaz bike ku ev hegemonya li ser înkar û tunekirina kurdan be! Daxuyaniyên weke "em lez nekin, em li gorî pêşketinan tevbigerin, sebir lazim e" ji ber vê yekê ye. Ger desthilatdarî di mijara statuya Rêber Apo û qanûnan de gavan neavêje, wê demê pêvajo jî bi pêş nakeve.
Madem em di qonaxeke girîng de ne û atmosfereke şer li herêmê heye, ji bo çi gavên pêwêst nayên avêtin? Ev rewş rê li ber fikar û gumanan vedike.
Heyeta DEM Partiyê herî dawî 27ê adarê li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtineke bi qederê 5 saetan kir. Li gorî daxuyaniya ku heyetê parve kir; Rêber Apo ragihandiye ku pêvajo hêdî dimeşe. Rêber Apo careke din îşaret bi girîngiya çêkirina qanûnan û entegrasyona demokratîk jî kiriye. Rêber Apo dixwaze fikrên xwe rasterast bi civakê re parve bike. Her wiha di hevdîtinê de jî ev yek gotiye:
“Ji bo nêrînên min ên têkildarî pêvajoyê rast bên fêmkirin, xwegihandina tevahiya raya giştî ez girîng dibînim. Çareseriya entegrasyona demokratîk li ser bingeha feraseteke civakparêz hatiye avakirin. Çareseriya xwe dispêre bingeha civakê jî demokratîkkirina avahiyên civakî bi awayekî tevahî û kolektîf datîne pêşiya xwe.”
Rayedarên dewletê li ser van daxuyaniyan bi devê Devlet Bahçelî dîsa peyamek da. Bahçelî di civîna koma partiya xwe de got: "Bêyî were derengxistin lazim e qanûn bên çêkirin." Gotineke pêşiyên kurdan heye, dibêje; xweş xeber e lê min ne bawer e. Bahçelî ji despêka pêvajoyê ve daxuyaniyên erênî dide lê gotinên wî jî nakevin pratîkê. Kurd, hêzên demokrasiyê hemû ji gotinê wêdetir gavên pratîk dixwazin bibînin.
Ji xeynî gavên pratîk ti gotin ne xwediyê giraniyekê ne û bêhûkim in. Îcar di vê dema şer de lazim e dewleta tirk wate û girîngiyê bide terzê çareseriya Rêber Apo. Rêber Apo ji despêka salên 1990î ve dixwaze pirsgirêkê li ser zemîna siyasetê çareser bike. Dema ku bi awayekî azad derfetên wî yên xebatê çêbibin wê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bilez bi pêş bikeve, bi awayekî rasttir pêk were û wê hemû kes ji vê yekê sûdê werbigirin. Ger Tirkiye dixwaze bi gelê kurd re aştiyê pêk bîne, ev yek girêdayî vebûna deriyê Îmraliyê ye.


