Qasim Aracî : Iraq ne qada lîstikên we yên qirêjî ye

Misteşarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Aracî, têkildarî derdorên “fitne” û bêîstiqrariyê li welat çêdikin daxuyanî da û got: “Iraq ne qada lîstikên we yên qirêjî ye.”

1 deqe xwendin
 Qasim Aracî : Iraq ne qada lîstikên we yên qirêjî ye

Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê didomin. Îran jî weke bersiv êrişî baregehên DYAyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê, Iraq û welatên Kendavê dike. Bi destpêkirina şer re gelek komên li Iraqê jî ketin nava liv û tevgerê. 

Misteşarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Aracî, têkildarî mijarê li ser Xê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Aracî navê tu derdoran neda û got: “Hemû teşwîq û propagandayên bi armanca fitne û fînansmaniyê tavilê bidin sekinandin. Ev hewldan, binpêkirineke aşkera ya li dijî yekparetiya xaka Iraqê û ewlehiya neteweyî ya Iraqê ye. Li gorî qanûnên Iraqê, ev kes dê bi awayekî herî giran bên cezakirin.” 

Misteşar, daxuyaniya xwe wiha qedand: “Zarokên xwe terbiye bikin; Iraq ne qada lîstikên we yên qirêjî ye.”