Qazî Mihemed: Ji min re ev serkeftin e
Qazî Mihemed balê dikişîne ser têkoşînê û encamên xebatên ji bo rizgariy û wiha dibêje; “Hûn ji xebat û hewl û tekoşînê ramewestin ji bo mîna tev gelên din ji bin destê dijminan rizgar bibin.


Qazî Mihemed balê dikişîne ser têkoşînê û encamên xebatên ji bo rizgariy û wiha dibêje; “Hûn ji xebat û hewl û tekoşînê ramewestin ji bo mîna tev gelên din ji bin destê dijminan rizgar bibin. Heye ku hûn bêjin; lê çima ez bi ser neketim?! Bi Xwedê kim ez bi ser ketime, çi nîmetek, çi serkeftinek ji wê yekê mezintir e ku va me ez niha di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe didim… Ji min re ev serkeftin e.”
Qazî Milhemed di sala 1900î de li bajarê Mehabadê ji dayik dibe. Di nav malbateke oldar û welatparêz de mezin dibe. Bavê wî Qazî Elî, apê wî Fetaq Qazî e ku di şerê navbera rûsan de jiyan xwe ji dest dide. Qazî Mihemed bi hestên welatparêzî mezin dibe. Di Nîsana 1945an de dibe sazkerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê. Qazî Mihemed di 22yê Çileya 1946an de li Meydana Çarçira Komara Otonom a Kurdî(Komara Kurdistanê ya Mehabadê) ragihand. Lê mixabin piştî 11 mehan di Kanûna 1946an de Komara Mahabad ji aliyê rejîma Îranê ve hat hilweşandin. Piştî hilweşîna komarê jî di 31ê Adara 1947an de ji aliyê rejîma Îranê ve Serokê Komara Mihabadê Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li Meydana Çarçira ya Mehabadê hatin darvekirin.
Qazî Mihemed di parastina xwe ya li dijî tewanbariya ji aliyê rejîma Îranê de wiha dibêje; “Ez li vir dengê xwe li dijî dewleta Îranê û serokên wê bilind dikim û dibêjim; di vê bûyerê de ne em, hûn gunehkar in. We welatê me dagir kiriye. Sedemê hemû bûyeran jî encama seyaseta we ya dagirkeriyê ye…”
Qazî Mihemed û hevalên xwe ji bo azadî û serxwebûna kurd û Kurdistanê canê xwe feda kirin û bedelên mezin dan. Lewma jî divê ev pêşengê gelê kurd û têkoşerê doza azadiya Kurdistanê tu carî neyê jibîrkirin. Ji lew re jî divê kar û xebat, têkoşîn û kesayeta wî her tim bê bibîrxisitin. Em jî bi rêzdarî wî hevalbenên wî bibîr tînin wasiyeta ku ji bo me hiştiye careke din bi bîra gelê Kurd dixin.
Wasiyeta Qazî Mihemed:

Qazî Mihemed beriya ku bê darvekirin wesiyetek bi taybetî ji bo gelê rojhilatê Kurdistanê lê bi giştî jî ji bo gelê kurd hişt. Li gorî hin çavkaniyan ev wesiyet ji arşîvên fermî yên Îranê hatiye bidestxistin. Li gel di ser darvekirina Qazî Mihemed de 78 sal derbas bûye jî hêj ew şîret û wesiyeta wî ji bo gelê kurd wekî îro gelekî girîng û hewce ye ku bê bi cihanîn. Hin xalên vê wasiyetê em ê bi şîroveyî bi we xwînerên hêja re par ve bikin;
Qazî Mihemed di wasiyeta xwe de hem şîretan û gazincan dike û hem jî balê dikişîne ser xiyaneta kurdan û dibêje; “Niha hûn bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin, ger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hikûmeta ecem, wiha nedihate serê me û we û Komara me jî… Îxanetê li hev mekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî, ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e, îxanet li îxanetkar vedigere.”
Qazî Mihemed di şîreteke xwe de balê dikişîne ser girîngiya yekitî û hebûna welat û dibêje; “Tanî ku hûn hev negirin, hûn ê bi ser nekevin, zilm û zorê li hev mekin,” û wiha didomîne; “Malê dinê ne tiştek e, ger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nîştimanê we jî hebe.”
Ji bo yekitiya gelê kurd û bi dawîhatina dijminahiya navxweyî balê dikişîne ser dijminên kurdan û dibêje; “Gelê min ê kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behr xwarî, gelê min ê zorlêkirî, vame ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş nefiroşin dijminan, dijmin her ewqas we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanînaket; di her fersendekê de be qed li we nabihure.”
Qazî Mihemed balê dikişîne ser bêrihmiya dijmên gelê kurd û dibêje; “Dijminê gelê kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sembola serkeftina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiya tev gel e. Her gelê ku yekitî û tebayiya wî nebe; ew ê hertim bin destê dijmin be, ti tiştê we gelê kurd ji gelên li ser rûkê vê erdê; ne kêmtir e, belkî hûn bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pêştir in jî.”
‘Bi dijmin nexapin’
Di wasiyeta Qazî Mihemed de herî zêde banga wî ya ji bo yekitiyê em dibînin. Xuyaye nebûna yekitiya kurdan ji bo cihê herî xemgîniyê bûye û baş di ferqa yekitiyê debûye ku wiha tîne ziman; “Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lêbelê yekitiya yên xwe rizgar kirine hebûye, bila hûn jî mîna tev gelên li ser rûkê erdê; êdî bin dest nebin, her bi yekbûn û hesûdî bi hev nebirinê û xwe nefirotina ji dijminan re li dijî neteweya me; hûn dikarin rizgar bibin, birayên min êdî bi dijmina neyên xapandin. Dijminên kurdan ji her reng û destek û netewekê bin, her dijmin e, bêdilovanî ye, bêwijdan e û rehmê bi we nake, wê we bi hevdu bide kuştin, wê we temah bike û bi direw û xapandinê; wê we berengarî hev bike, ji tev dijminên gelê kurd, dijminê ecem ji tevan zalimtir û melûntir û Xwedê nenastir û bê dilovantir e, destê xwe ji ti tawanan li dijî gelê kurd naparêze, bi dirêjayiya dîrokê bi gelê kurd re xerez û kîna wî ya kevnar hebûye û heye jî. Temaşa kin, binêrin tev zilamên we yên mezin, her ji Simayîl Axayê Şikak, tanî Cewher Axayê birê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din. Ew hemû bi xapandin aram kirin û xelq ji pişt wan vekir û ca pir bi nemerdî ew kuştin, ew tev bi sond û Quran xapandin ku xwedêgiravî niyaza eceman a xêrê bi wan re heye û wê qenciyê bi wan re bikin. Lêbelê her xweşbawer e û bi sond û sozên eceman hatiye xapandin û jê bawer kiriye. Lêbelê tanî niha bi dirêjiya dîrokê kes nedîtiye bi tenê carekê jî


