Qedexe ne li gorî feraseteke zanistî ne

Di vê dema ku dîsa li gelek deveran nexweşiya pandemiyê vîrûsa koronayê zêde dibe, me xwest ku der barê vê mijarê de bi Dr.

1 deqe xwendin
Qedexe ne li gorî feraseteke zanistî ne

Di vê dema ku dîsa li gelek deveran nexweşiya pandemiyê vîrûsa koronayê zêde dibe, me xwest ku der barê vê mijarê de bi Dr. Halîs Yerlîkaya re hevpeyvînekê bikin û agahiyên dawî yên belavbûna vê şewbê jê bipirsin.

Rewşa derziyê li cîhanê niha di çi astê de ye?

Di hêla derzîkirinê (aşî) de, pirsgirêka sereke ew e ku hin welatên xizan hê jî derfet û delîveya derzîlêdanê qet bi dest nexistine, derzî qet neçûye ba wan. Welatên kapîtalîst yên wekî Amerîka û Ewropayê vê derziyê peyda kirin. Lê belê li cîhanê, li nêzî 52 welatan heta niha qet dozek derzî li nexweşan neketiye. Cudatî di navbera welatan de heye, hin welatên xizan ku rêjeya koronayê lê pir zêde bûye, nikarin xwe bigihînin derziyan. Ev pirsgirêkeke mezin e, ji ber ku ev pandemî dê di demeke nêz de neqede. Ji bo ku li hemû cîhanê pêşî li pandemiyê bê girtin, divê di navbera hemû welatan de piştgiriyek hebe. Her kes ji cîranê xwe jî berpirsiyar e.

Ji bo ku pêşî li Covîd-19’ê bê girtin, bi giştî ji bo cîhanê 14 milyar doz derzî lazim e. Ji bo vê jî divê ev patenta şîrketan a li ser derziyê bê rakirin û derzî ji bo her kesî be. Divê li hemû welatên cîhanê ev patent bê rakirin û çi xizan çi dewlemend hemû welat hînî çêkirina derziyê bibin. Lê ji ber ku îro patenta van derziyan di destê hin şîrketan de ye gelek kes nikarin xwe bigihînin derziyê.

Pandemî nexweşiyeke pergala kapîtalîzmê ye. Kapîtalîzm bixwe bû sedema pandemiyê, lewra; destwerdana hawirdor û ekosîstemê û ev şert û mercên ku derketin vê yekê piştrast dikin. Her wiha di vê çarçoveyê de, dibe ku di vê sedsalê de zêdetir pandemî çêbibin. Ji niha pê ve jî divê mirovahî li benda pandemiyan be. Di vê serdemê de mudaxeleyên li ser jiyanê û qadên dîtir ên mirovahiyê dê zêdetir bibin. Ji ber vê yekê divê mirovahî kumê xwe bide ber xwe û li ser vê rewşê baş bifikire, li gorî wê têbikoşe. Şîrketên ku derziyê dîtine qedera mirovahiyê kirine nav kefa destên xwe. Wan bi tena serê xwe ev derzî nedît helbet, dewletan piştgirî da wan. Dewletan bac ji gel distandin û bi vê bacê piştgirî dan wan şîrketan da ku ew derziya koronayê çêbikin. Baş e, derzî çima ne ji bo hemû gel e? Lê pandemiyê vê yekê jî da nîşan; xelasî û rizgariya yên dewlemend tenê, ji bo pandemiyê nabe çareserî, heke em bixwazin ji pandemiyê rizgar bibin divê her kes were derzîkirin.

Di mijara derziyê de Tirkiye di kîjan merheleyê de ye?

Rexneya me ya ewil ji bo rewşa Tirkiyeyê ev e: Tirkiyeyê pêvajoya pandemiyê di çarçoveyeke zanistî de nedaye meşandin û hê jî bi israr di çarçoveya zanistî de nêzî pêvajoyê nabe. Tirkiye tim wisa bû jixwe, ne li gorî ilmê, ne li gorî zanistê tevdigere. Lê Tirkiye yek ji wan welatan e ku bandora pandemiyê herî zêde li serê çêbûye. Ew reqamên ku duh derketin holê vê yekê piştrast dikin; di rojekê de 42 hezar kesên nû bi vîrûsê ketine. Her wiha heta niha 33 hezar kesan ji ber pandemiyê jiyana xwe ji dest dane.