Qeyim û qeymeqamê berê yê Xelfetiyê hate binçavkirin
Di lêpirsîna derbarê gendeliya dema qeyûmê Şaredariya Xelfetiyê û piştî wî de, tevî qeymeqam û qeyim Şeref Albayrak 47 kes hatin binçavkirin.

Derbarê dema qeyimê Şaredariya Xelfetî ya Rihayê de lêpirsîn hate destpêkirin. Vê şeveqê di çarçoveya lêpirsînê de qeyim, qeymeqam û Şaredarê AKPê yê berê Şeref Albayrak û 46 kes hatin binçavkirin.
Lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Bêrecûkê ve hate destpêkirin, bi hinceta gendeliyên îhaleyê yên di dema hilbijartinên xwecîhî yên sala 2019 heta sala 2024an de 47 kes hatin binçavkirin. Hate zanîn ku di nava kesên hatine binçavkirin de Şaredarê wê demê Şeref Albayrak, wekîlên şaredar, cîgirên şaredar, encumen, mudirên daîreyan, endezyar û wezîfedarên teknîkê hene.
Di dema navborî 2014-2019an de Mustafa Bayram ê DBPyî wek şaredar hatibû hilbijartin lê belê di 13yê Kanûna 2016an de Qeymeqam Şeref Albayrak wek qeyim tayînî şûna wî hatibû kirin.
Di hilbijartinên xwecîhî ya di 31ê Adara 2024an de şaredariya navçeyê ketibû destê DEM Partiyê û di 4ê Mijdara 2024an de qeymeqam Hakan Başogûl wek qeyim hatibû tayînkirin. Şaredarî hê jî di destê qeyim


