Ramazan Karataş 32 sal şûnde hat berdan

Ramazan Karataş di sala 1993yan de hatibû girtin. Di doza hatî darizandin de, cezayê girtîgehê yê muebetê lê hatibû birîn.

1 deqe xwendin
Ramazan Karataş 32 sal şûnde hat berdan

Ramazan Karataş di sala 1993yan de hatibû girtin. Di doza hatî darizandin de, cezayê girtîgehê yê muebetê lê hatibû birîn. Ramazan Karataş ê ku li girtîgehên Erzirom, Trabzon, Mûş, Stenbol, Balikesîr û Konyayê ma, di sê salên dawî de li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Eregli ya Konyayê girtî dima. Mîna gelek girtiyên din, berdana Karataş jî ji ber ku ferzkirina “poşmantiyê” red kiribû, 4 caran ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve hatibû taloqkirin.

Karataş 11ê Nîsanê hate berdan û ber bi warê xwe navçeya Panos a Agiriyê ve bi rê ket.