Rapora Girtîgeha Qûbînê hat aşkerakirin
TUAY-DER, OHD û DEM Partiyê, têkildarî mirinên biguman ên li Girtîgeha Qûbînê raporek amade kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku pêvajoya têkildarî mirina Mehmet Çevîren, divê ne tenê bi kêliya mirinê re bisînor nemîne û tevî pêvajoya înfaz û çavdêriyê bê lêkolînkirin.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî mirinên biguman ên li girtîgehên navçeya Qûbînê ya Êlihê (Girtîgehên bi tîpa T, L, bi ewlekariya bilind û vekirî) raporek amade kir. Rapor, li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hate aşkerakirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li girtîgehan ne mirinê, jiyanê diparêzin” hate hilgirtin. Wekîlên DEM Partiyê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî tev li bûn.
Rêveberê TUAY-DERê Veysî Atmaca di daxuyaniyê de diyar kir ku rejîma tecrîdê, sepana taloqkirina tehliyeyan a keyfî, tedawînekirina girtiyên nexweş û mirinên biguman ên di salên dawî de nîşaneya krîza girtîgehan e. Atmaca anî ziman ku encamên di raporê de nîşan didin ku bûyerên mirinê ne ferdî lê divê parçeyeke tenêhiştin, sînorkirina qadên hevpar ên jiyanê û astengkirina mafên civakî were dîtin.
Mirinên wan weke întîhar hatin ragihandin
Di berdewamê de Veysî Atmaca wiha got: “Di nava salekê de hewldaneke întîharê û du bûyerên întîharê rû dan. Di 25ê Gulana 2022yan de Siddik Ûgûr û girtiyê bi navê Mûstafa yê bi ser nifûsa Meletiyê; pişt re Îskender Ak di greva birçîbûnê de, Yucel Balikçi di Îlona 2025an de û Harûn Şanli jî di Cotmeha 2025an de jiyana xwe ji dest dabû. Mirinên wan weke întîhar hatin ragihandin lê ev mirin mirinên biguman in.”
Veysî Atmaca, diyar kir ku di 15ê Nîsanê de çûne serdana Girtîgeha Qûbînê û hatiye îdiakirin ku girtiyê bi navê Dilbaz Abî ji pacê ketiye xwarê.
Mirina biguman a Mehmet Çevîren
Veysî Atmaca, têkildarî şert û mercên Mehmet Çevîren ê di 13ê Nîsanê de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Qûbînê jiyana xwe ji dest da tê de dihat ragirtin agahî parve kir û got: “Mehmet Çevîren, nêzî du sal û nîvan di odeya yekkesî de dihat ragirtin. Daxwaza wî ew bû ku derbasî hewşa hevpar bibe lê ev daxwaza wî nehate qebûlkirin. Mafê wî yê hewşa hevpar hate binpêkirin; rojê tenê 2 saet û nîv an jî 3 saetan bi tena serê xwe derdiket hewşê. Ji tiştên weke kurs, sohbet û xebatên civakî yên hevpar nekariye sûd bigire. Daxwaza wî ya ji bo guherandina odeyê bêencam maye. Şêweyê amadekirina korîdor û odeyê, ji bo têkilîdanîn û piştevaniyê qels bike hatiye avakirin. Mafê sporê pir hatiye bisînorkirin û derfetên pêwendiyên civakî hatine tengkirin.”
Girtiyekî got ‘Mehmet Çevîren beriya bûyerê name nivîsandiye’
Bi domdarî Veysî Atmaca bal kişand ser xalên krîtîk ên di mijara ronîkirina mirina biguman a Mehmet Çevîren de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtiyekî ku me pê re hevdîtin kirî, got ku ‘Mehmet Çevîren beriya bûyerê nameyeke dora 4-5 rûpelan nivîsandiye.’ Lêbelê rêveberiya girtîgehê îdia kir ku li cihê bûyerê tu name an jî nîşe nehatine dîtin. Jiholêrakirina vê nakokiyê, ji bo ronîkirina mirina biguman mecbûriyet e.”
Daxwaz hatin rêzkirin
Veysî Atmaca, bang kir ku li girtîgehan sepanên xetereyê li ser jiyana girtiyan çêdikin bên bidawîkirin û ji bo ronîkirina mirina biguman a Mehmet Çevîren ev daxwaz rêz kirin:
“*Pêvajoya têkildarî mirina Mehmet Çevîren, divê ne tenê bi kêliya mirinê re bisînor nemîne û tevî pêvajoya înfaz û çavdêriyê bê lêkolînkirin.
*Hewceye qeydên kamerayan ên têkildarî roja bûyerê û beriya wê, qeydên hejmartinê, xetkariya nobetan, planên bicihbûna odeyê, planên korîdorê, lîsteyên xebatkarên peywirdar û hemû girtekên din bêyî kêmasî tê de hebin bên parastin.
*Serlêdanên revîrê yên di nava 6 mehen dawî de, hevdîtinên bi psîkolog û psîkiyatriyan re, qeydên dermanan, daxwazname, daxwazên guherandina qawişê û bersivên ji van re hatine dayin jî divê bên peydakirin û lêkolînkirin.
*Hewceye bi taybetî jî were lêkolînkirin bê çima Mehmet Çevîren ev 2 sal û nîv bû di odeya yekkesî de dihat ragirtin û dernedixistin hewşa hevpar.
*Divê xetkariyên fermî yên têkildarî bikaranîna mafên werzîş, hewş, kurs û sihbetan bên xwestin; daneyên şênber ên di îfadeyên girtî de bi qeydên saziyê re bidin ber hev.
*Mijara ku tê gotin beriya bûyerê nameyeke 4-5 rûpelî nivîsandiye were zelalkirin, girtekên lêkolîna cihê bûyerê, qeydên lêgerînê û zincîra parastina delîlan bi awayekî hûr û kûr were lêkolînkirin.
*Divê bûyerên mirinê û hewldanên întîharê yên beriya niha di saziyê de rû dane bi hev re bên nirxandin û mekanîzmayên pêşîlêgirtin û piştgiriya psîkososyal bi awayekî serbixwe bên piştgirîkirin.
*Encamên tecrîd, îzolasyona civakî û bêhêvîtiyê ku rejîma muebbeta girankirî û girtîgehên bi ewlekariya bilind bi xwe re tînin ji hêla mafê jiyanê û qedexeya miameleya xerab ve bi taybetî bên lêkolînkirin.”


