Rejîma Îranê bênavber êrişî kurdan dike
Rejîma meleyan bi hinceta bersivdayîna Îsraîl û DYAyê bênavber êrişî kurdan dike. Di nav 6 rojên şer de bi dehan drone û moşekên balîstîk di ser kurdan de hatine barandin. Di encamê de windahiyên mirovî û xisarek mezin a madî derket holê.

Şerê Îsraîl, DYA û rejîma Îranê di roja 6emîn de berdewam dike. Rejîma Îranê ku derbayên giran xwarin, berê çekên xwe daye gelê Kurd. Rejîmê di bin navê bersivdayîna Îsraîl û DYAyê de ji 28ê sibatê roja şer destpêkirî heta niha bi dehan êriş li dijî kurdan pêk anîn. Di encama êrişên rejîma meleyan de Kurdên jiyana xwe ji dest dayîn û birîndar hene. Her wiha xisarek mezin a madî jî heye. Bîlançoya êrişên rejîmê tabloyek xeternak derdixe holê.
Roja yekemîn: Moşekên balîstîk li Koye û Soranê hatin barandin
Di roja yekemîn de Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) bi moşekên balîstîk û dronên kamîkaze êrîş kirin. Di êrişan de bajarên Koye û Soran hedef hatin girtin. Li gorî rayedarên herêmî, moşek û dronan îsabetî li navendên hin komên muhalif ên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (KDPI) û Komala kirin. Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku di êrîşan de bi dehan kes birîndar bûn.
Roja duyemîn: Bi dronê li derdora Hewlêrê xistin
Di roja duyemîn de êrişên dronên çekdar berdewam kirin. Li gorî rayedarên herêmê hin hedefên li deverên rojhilatê Hewlêrê û nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê îsabet kirin. Hêzên Pasdarên Şoreşê di daxuyaniyekê de got ku ev êriş li dijî komên “çekdar ên dijber” tên kirin. Hikûmeta Iraqê ev êrîşan wekî binpêkirina serweriya Iraqê rexne kirin. Lê ligel Îranê komên girêdayî wê jî ketin nav tevkegerê û bi dronan êrişî Herêma Kurdistanê kirin.
Roja sêyemîn: Sînorê Başûr û Rojhilat hate topbaran kirin
Di roja sêyemîn de hêzên Îranê bi topan û roketan êrişî sînorê di navbera rojhilat û başûrê Kurdistanê de. Deverên wekî Sîdakan, Hacî Omeran û hin cihên nêzî Soran di bin topbaranê de man. Rayedaran gotin ku gelek gundên sînorî ji ber êrîşan vala bûn û malbatên sivîl ji bo ewlehiyê koç kirin deverên din.
Roja çaremîn: Li ser partiyên kurdan êrişên giran pêk hatin
Di roja çaremîn de êrîşên Îranê bi moşekên balîstîk û dronên Şahed berdewam kir. Navendên hin partiyên kurdan ên li Koye û deverên nêzî sînorê hedef hatin girtin. Di encama êrişan de hin navendên perwerdehiyê û rûniştinê yên partiyên kurdan zirarek mezin dîtin û birîndar çêbûn. Di nav birîndaran de sivîl jî hene.
Roja pêncemîn: Êrişî Bradost û Pişderê kirin
Di roja pêncemîn de hêzên Îranê bi topan û dronan êrişî deverên Bradost û Pişderê kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li civaka navneteweyî kir ku zext li ser Îranê were zêdekirin da ku êrîşên li ser axa Iraqê rawestin.
Roja şeşemîn: Rejîma meleyan gef li kurdan kir
Di roja şeşem de jî hin êrîşên sînorkirî bi drone û topbaranê hatin domandin. Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê bi daxuyaniyekê kurd wekî alîgirên hêzên derveyî nîşan da û gefa zêdekirina êrişan xwar. Her wiha komên girêdayî Îranê yên li Iraqê jî heman gef li kurdan xwarin.
Hemû partiyên kurdan rastî êrişê hatin
Di êrişên li ser Partiya Jiyana Azad (PJAK), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (KDPI), Komala û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) pêk hatîn de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birînadar bûn. Her wiha gelek sivîl jî birîndar bûn û bi sedan gundî neçar man ku cih biguherin.
Herî dawî Balefirgeha Hewlêrê û Zirguwêz rastî êrişê hatin
Rejîma Îranê di saetên direngiya şeva 5ê adarê de Qampa Komeleya Zehmetkêşan û gundê Zirguwêz bombebaran kir. Di encama êrişê de şewat di kabîneyek ya li qampê de derket. Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ragihand ku di encama êrişê de tu ziyanên canî çênebûn. Herwiha direngiya şevê gundê Zirguwêz yê ser bi sînorê Silêmaniyê, bi rêya balafirek bêmirov û bi çek ve hate bombebarankirin.
Li gorî agahiyan ku welatiyên li herêmê ragihandine, li sînor dengê çar teqînên mezin hatine bihîstin.
Di 6 rojan de 8 caran êrişê balefirgehê kirin
Rejîma meleyan herî zêde êrişî Balefirgeha Navneteweyî ya Herîr a li Hewlêrê kir. Hem rejîma Îranê bi moşekên balîstîk û dronan, hem jî hêzên girêdayî wê rejîmê yên li Iraqê bi cureyên cuda êrişî balefirgeh û derdora wê kirin. Di nav 6 rojan de balefirgeh û derdora wê 8 caran hedef hate girtin. Hind êriş bi riya pergala hewayî ya DYAyê ve hatin astengkirin.
Moşeka Îranê kete Qamişloyê
Her wiha Rojavayê Kurdistanê jî para xwe ji êrişên rejîma Îranê girt. Moşekek balîstîk a Îranê di roja 5ê adarê de kete çoltera bajarê Qamişloyê. Ji ber ku moşek kete zeviyekê tu ziyana mirovî û madî pêk nehat.

