Rêkeftina ji nûve Koma Berxwedan
Bi baweriya me ev pengav, pêngava şoreşa fînalê tê li darxistin. Em jî weku Koma Berxwedan, bi bawerî û kelecan dê cihê xwe di vê şoreşê de bistîne.

Endamê Koma BerxTevgêra azadiyê ji çirûska yekemîn, bi pozê derziyê vekola, ji tunebûnê hebûn afirand. Stratejiya Şoreşa hemdemî (modern)
tekez bi “şoreşa di nav şoreşan” de hatî li darxistin, weku mînaka şoreşa jinê, şoreşa vejîna çandî, şoreşa yekrêziya netewî…tekez qadên xebata stratejîkin! Qada çand û hunerê jî, yek ji wan stûnên stratejik ya şoreşa azadiyê ye.
Di dîroka gelê Kurd de, paradigma tekoşhîna çand û hunerê, yekemîn sazî û tevgera Hunerkom e. Ji bo mijara helkeftinî ya Koma Berxwedan ragihandî, em girîng dibînin, ku bi çend xalan zelal bînin ziman!
*Koma Berxwedan, ne tenê grubek muzîkê û stran bêjin.
Ya rast, saziyek çand û hunerê bi navê Hunerkom e!
*Di sala 1983, feraseta xwe ji manifestoya şoreşê girtî, weku plan û proje ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî damezirandin.
*Qada çand û hunerê, xebatek stratejik ya Şoreşê hatî bi rêxistinkirin.
*10 salên destpêkê, Hunerkom sîwana sazîgerî û tevgera çand û hunerê, ji hemu endamên Koma Berxwedan pêkhatî.
*Teybetmendiya Koma Berxwedan, 10/15 hunermendên popilite avakirine û di civakê de hatine naskirin, stranbêjên (solistin)
*Di sazîgerî û tevgeriya qada çandê de, serkeftiyên bêhempa bi destxistîin e, her weha serweriya “deng û awaza şoreşê” moral û motifesiyona civakê helperiye û hatî pejirandin.
*Sala 1993an konsepta qedexe û kirmînalîze ya li ser gelê kurd dest pêkir.
93- 98 Bandora wê konsepta komploger, herî zêde li ser sazî û tevgera çandê rûdabû. Rixmê hewldanên Rêber Apo ji bo parastina eniya çand û hunerê. Di wê konsepta bêbext de, hedefa yekemîn, rêgez û stratejiya tevegera çand û hunerê têkbirina pergala sazîgeriyê bû.
Di encama wê serdemê de, saziyê serweriya xwe tevgerî ji dest da, vîziyonêrî, îrade û însiyatîfa saziyê hat desteserkirin, ji rola xwe ya pêşeng veguherî komek “Hunera muzîkê tenê ji bo pêdviyên rojane pêwîstdar hat dîtin!”
1999 an, li hember rêberê gelê Kurd Abdullah Ocanaln komploya navnetewî pêkhat, endam û hevkarên Koma Berxwedan ji nuh ve ketin nava hewildanek “ vegera pergala sazîgeriyê” Lê mixabin, ji ber geşedanên rêxistinî û siyasî, tengezariyên wê serdemê, hemu hewildanên komê bê encam diman.
Ji wê pêvajoyê û pêde, pirsgirêkên (komê) hem di hişmendiyê de, hem jî di piratîkê de, aloz û giran bûn. Nêzîkahiyên hişmendî di derbarê xebata çand û hunerê de, yekpar der neketin holê, di nêzîkahî û hişmendiya serwer de, li ser koma berxwedan, guherînek lêvegerîn çênebû, bi çevê “ komek muzîkê” nêzîkahî ( yaklaşım)an berdewam kir.
Di bîst salên dawiyê de, meşa komê roj bi roj aloz û giran bû, ji afirandin û helbirînê qut dibû, sohtandina nirxan, xwe dubarekirin, bê vîzyonî û xerceya ji sermaye ya xwe, pirensîb û rêgezên civatek hunermendan ji dest dan, ket nava rewşek bi kaus û qeyran.
Di her ast û mercan de, mijara nuhjenî û ji nuh ve avakirina Koma Berxwedan hat guftobêj kirin, di mercên herî bilind de, biryarên çareserî derketin. Lê mixabin, ji ber şert û hoyên pêvajoyên şer û cengên li hember tevgera azadiyê, derfetên pêkanîna çareseriyan çênebûn.
Di sala 2019an de bi hêvî û bendewariya razemeniyekê Koma Berxwedan xebata xwe rawestand. Her weha, ji bo peydekirina avahî û navendekê hewildanên bêhempa çêbûn. Lê di encamê de, derfeta razemiyê çênebû. Heger ne bi şêwazekî fermî be jî, di piratîkê de Kom belav bû.
Koma Berxwedan kevneşopiya resen ya Şoreşa azadiyê ye. Parastin û berdewam kirina vê kevneşopiyê tekez erka endam û kedkarên komê ye! 27 Sibatê 2025 Banga Rêber Ocalan, herwiha bi ragihandina manifesto ya Civaka Demokratik, mizgîniya şoreşek nuh,
ji bo kedkarên koma berxwedan, bû îlhama rêkeftinek erkdar.
Em di wê baweriyê dene, di pêngava Şoreşa Civaka Aştî û Demokrasiyê de, dê Koma Berxwedan bi erk û rola xwe rabe.
Bi baweriya me ev pengav, pêngava şoreşa fînalê tê li darxistin. Em jî weku Koma Berxwedan, bi bawerî û kelecan dê cihê xwe di vê şoreşê de bistîne.
Paradigma Civaka Aştî û Demokrasiyê, tekez şoreşa finalê, ya tekoşîna azadiyê a gelê kurd e.
Di serdema vê şoreşa nuh de, pêwîste hemu beşên civakê cihê xwe di tekoşînê de bigre.


