Remzên Newrozê: Sema, Rahşan, Ronahî, Zekiye, Elefteria û Bêrîvan

Di dîrokê de bi qasî ku Newroz bi Kawayê Hesinkar tê zanîn, ew qas jî bi Sema, Rahşan, Ronahî, Zekîye, Elefteria û Bêrîvanan jî tê zanîn. Bi têkoşîn û çalakiyên xwe bûn remza Newrozê. Wan di Newrozan de laşê xwe kirin agir û li dijî zilmê serî hildan.

1 deqe xwendin
Remzên Newrozê: Sema, Rahşan, Ronahî, Zekiye, Elefteria û Bêrîvan

Di dîrokê de bi qasî ku Newroz bi Kawayê Hesinkar tê zanîn, ew qas jî bi Sema, Rahşan, Ronahî, Zekîye, Elefteria û Bêrîvanan jî tê zanîn. Bi têkoşîn û çalakiyên xwe bûn remza Newrozê. Wan di Newrozan de laşê xwe kirin agir û li dijî zilmê serî hildan. 

Bi hezaran sal in Newroz li Rojhilata Navîn tê pîrozkirin. Bi taybetî Newroz ji bo gelê kurd xwedî wateyeke dîrokî û remza berxwedanê ye. Remza têkoşîna li dijî zilmê û remza hebûnê ye. Kurd, ji dîrokê heta îro Newrozê wekî roja berxwedana li dijî zilmê pîroz dikin. Yên ku meşaleya agirê Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqê Zalim gihandin îro, Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û jinên Kurd bûn. Jinên kurd Sema, Rahşan, Binevş, Ronahî, Zekiye, Elefteria, Bêrîvan, bi çalakiyên xwe bûn remza ronahiya Newrozê. Ajansa Mezopotamya, (MA) bi nûçeya “Jinên ku Newroz kirin Newroz” cih da jinên pêşengên Newrozê. 

Bineveş Agal: Pêşenga berxwedanê 

Binevş Agal ku Êzidî bû, di sala 1966an de li navçeya Qubînê ya Êlihê ji dayik bû. Navê xwe ji destana Kurdî ya "Cembeliyê Mîrê Hekarî û Binevşa Narîn" wergirtibû. Malbata wê di sala 1984an de ji ber zextên derbeya leşkerî ya 12yê Îlonê koçî Ewropayê kir.

 Binevş Agal hêj di 17 saliya xwe de, li dijî şehadeta Mehmet Karasungur û Îbrahim Bîlgîn, di Nîsana 1984'an de beşdarî meşa protestoyî ya li Ewropayê bû. Ew di heman demê de yekane jina çalakvan a vê çalakiya ku mehekê domand, bû. Wê nîşeyek ji malbata xwe re hişt û got: "Ji bo min xem nexwin, ez di ocaxa PKKê de me" û berê xwe da çiya. Di sala 1986an de beşdarî Kongreya 3yemîn a PKKê ya li Newala Beqayê bû. Demekê li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ma û perwerde dît. Piştre derbasî Botanê bû.

Li navçeya Cizîr a Botan bi navê "Bêrîvan" hat naskirin. Li vir pir hat hezkirin û her kesî rêz nîşanê wê dida. Bi xebatê û têkiliyên xwe li Botanê bandorekî mezin li ser gel kir. Mal bi mal, tax bi tax geriya û xwe gihand jinan. Bi îxbarê mala ku lê dima hat tespîtkirin. Di 16ê Çileya 1989an de li Cizîrê operasyon li ser mala ew lê dima hate kirin, lê wê teslîmiyet qebûl nekir û heta guleya xwe ya dawî şer kir.

Jinên ku Binevş Agal rêxistin kiribûn, di sala 1992yan de pêşengiya Newroza Cizîrê kirin. Navê jina ku di wê Newrozê de bi rûyê xwe yê girtî pêşengiya berxwedanê dikir jî Bêrîvan bû. Abdullah Ocalan di nirxandinekî xwe de der barê Binevş Agalê de dibêje: "Dema gihîşt Cûdî, di nameya xwe de digot heybeta çiya û gel dikare bi dilgermî were girtin. Û wisa ket nava gel. Çawa ku li çiyayan dihat, wisa li gel jî dihat."

Zekîye Alkan: Newroz bi agir tê pîrozkirin

Yek ji jinên Kurd ên ku dema mirov dibêje Newroz tê bîra mirov, Zekiye Alkan e. Ew di sala 1965an de li gundê Akdag ê navçeya Kelkît a Gumuşhaneyê ji dayik bû. Di sala 1987an de Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê qezenc kir. Di 21ê Adara 1989an de li Parka Trafîkê dema bi hevalên xwe re li ser maseyê rûniştibû, hemû pereyên di berîka xwe de derxist û şewitand. Ji kesên ku jê pirsîn "Tu çi dikî?" re, wê got: "Ez Newroza xwe pîroz dikim. Newroz bi vêxistina agir tê pîroz kirin."

Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê di 14ê Adara 1990an de piştî 13 gerîlayên ARGKê jiyana xwe ji dest dan, Newroz hat qedexekirin. Lê Zekiye Alkan ev qedexe qebûl nekir. Di 21ê Adara 1990an de derket ser bircên dîrokî yên Amedê û laşê xwe da ber agir. Zekiye Alkan bi vî rengî di bîra gelê Kurd de wekî yek ji "jinên bûne Newroz" cih girt.

Abdullah Ocalan der barê Zekiye Alkan de wiha dibêje: "Çalakiya şewitandina laşê keça me ya qehreman Zekiye Alkan a ku di Newroza 1990î de bi awayekî sînordar ji îdeolojiya partiya me bandor bûbû û gotibû 'Agirê Newrozê divê herî baş di laşê mirov de bişewite', mînakekî bêsînor a wêrekî û fedaîtiyê ye. Hewldana jinê ya pêvajoya rizgariyê ne wiha biçûk e. Şoreşa ku jin li cîhanê û bi taybetî li Kurdistanê tê de cih negire, şoreşekî kêm e, ji bo me jî şoreşekî nepêkan e. Ratiyekî girîng ew e ku jina Kurdistanî çi qas hişyar be, bi rêxistin û azad be dê Kurdistan jî ewqas hişyar û azad be."

Rahşan Demîrel: Ev Newroz dê bê pîrozkirin

Rahşan Demîrel, yek ji wan jinan e ku hêj di temenê zarokatiyê de bi zextên dewletê re rû bi rû maye. Di sala 1975an de li Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bû. Dema hêj yek salî bû, bi malbata xwe re koçî Îzmîrê kir. Rahşan ku gelek caran bi malbata xwe re diçû serdana welatê xwe, di her serdanê de ji nêz ve şahidiya zextên dewletê dikir.

Dema pêla berxwedanê ya ku di salên 1990î de li Nisêbînê dest pê kiribû gav bi gav belav dibû, dengê vê berxwedanê li Îzmîrê jî bilind bû. Wê di çalakiyên li Kadîfekale ya Îzmîrê de di refên herî pêş de cih girt. Di her fersendê de ji diya xwe re digot ku ew dixwaze biçe çiyê. Di sala 1992yan de ji berxwedana Cizîrê pir bandor bû.

Li ser gotinên Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Îsmet Sezgîn ku gotibû: "Îsal Newroz nayê pîroz kirin. Ger kesek pîroz bike, dê tiştê pêwîst were kirin", Rahşan pir hêrs bû. Di 22yê Adara 1992yan de li Kadifekaleyê, dema hêj 17 salî bû laşê xwe da ber agir. Li ser perçeyek kartonê ku li dû xwe hiştibû, ev nivîs nivîsandibû: "Ez li Kadifekaleyê xwe dikim Newroz. Divê ez bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez ji Îsmet Sezgîn re dibêjim; Newroz dê were pîrozkirin... Bi lastîkan nebe em ê bi giyanê xwe pîroz bikin!"

Diya wê Emîne Demîrel, tiştên wê rojê qewimîn wiha vedibêje: "Me hêj bawer nedikir ku mirovek dikare xwe bişewitîne. Piştre me dît ku hemû gelê me yê welatparêz ê li Îzmîrê, derdora Kadifekaleyê bi alên kesk, sor û zer xemilandine. Polîsan her der girtibû. Ez bi zehmetî têketim hundir. Poşetek me yê nan hebû, min ew dît. Polîs nedihişt em nêz bibin. Min got 'Ev keç keça min e, berdin'. Polîs got 'Tu ji ku dizanî?'. Min kartonê di destê xwe de nîşanî wî da. Piştre ez çûm hinda Rahşanê. Laşê wê aliyê jorîn şewitîbû, lê bi her du destên xwe nîşana serkeftinê kiribû û wisa mabû."

Ronahî û Bêrîvan 

Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nîlgun Yildirim), di nava sembolên berxwedana Newrozê de ne. Ronahî ku di sala 1972yan de li navçeya Elbistanê ya Mereşê wekî keça malbatekî welatparêz ji dayik bû, malbata wê di sala 1979an de koçî Swîsreyê kir. Ronahî bi sê birayên xwe re li Swîsreyê komekê muzîkê ava kirin. Ronahî di xebatên ciwanan û çapemeniyê de cih girt.

Ronahî û Bêrîvan di xebatên ciwanan de hev nas kirin. Bêrîvan li Frankfurtê û Ronahî li Manheimê xebatên jinan dikirin. Her du hevalên ku hesreta Kurdistanê di dilê wan de bû, xwestin berê xwe bidin çiyê. Di heman demê de, li dijî êrişên li ser Kurdan ên li Kurdistan û Ewropayê, biryara çalakiye dan. Di 22yê Adara 1993yan de li Almanyayê laşê xwe dan ber agir û du name li dû xwe hiştin.

Çalakiya wan hem li Kurdistanê û hem jî li Almanyayê bandorekê mezin çêkir. Dewleta Alman xwest rê li ber merasîma cenaze bigire, lê nêzî 50 hezar kesî astengiyên polîsan derbas kirin û xwedî li her du hevalên xwe derketin.

Di nameya xwe de gotibûn: "Almanya piştgirî dide Demîrel-Çîller-Gureş da ku şerê qirêj bidome û gelê Kurd were tunekirin. Komkujiyên li Kurdistanê bi çekên Almanyayê pêk tên. Em Zekiye Alkanên ku li ser bircên Amedê laşê xwe dan ber agir, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bi îradeya xwe ya azad didin dû rêya Necmiyên ku digotin 'Agir netefînin'. Bersiva herî mezin a ji bo emperyalîzm û mêtingeran, bi şewitandina laş tê dayîn."

Sema Yuce: Azadî ji bo me tevan e 

Sema Yuce (Serhildan-Leyla), di sala 1971an de li gundê Qerqeliya Jêrîn a navçeya Dutax a Agirîyê ji dayik bû. Di sala 1989an de beşa Sosyolojiyê ya ODTUyê qezenc kir û çû Enqereyê. Li vir tev li xebatên Yekitiya Ciwanên Kurdistanê (YCK) bû. Di sala 1991an de dev ji zanîngehê berda û tevli PKKê bû. Piştî perwerdeya li Newala Beqayê, derbasî Serhedê bû. Di sala 1992yan de hate girtin.

Wê di şeva Newroza 21ê Adara 1998an de li Girtîgeha Çanakkaleyê bi gotina "Ez dixwazim laşê xwe ji bo 8ê Adarê û 21ê Adarê bikim pire" laşê xwe da ber agir. Di 17ê Hezîranê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Gotina wê ya dawî "Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlûm" bû. 

Elefteria Fortulakî: Ez wkî welatê xwe ji Kurdistanê hez dikim

Yek ji jinên ku laşê xwe da ber agir jî Elefteria Fortulaki ye. Di 24ê Adara 2006an de li payetxta Yewnanistanê Atînayê bedena xwe da ber agir. Çalakiya wê nîşan da ku Newroz gerdûnî bûye. Elefteria ku bi Yewnanî tê wateya "Azadî", di nameya xwe de got: "Azadiya gelê Kurd û ya Rêber Apo, azadiya hemû gelên cîhanê ye."

Di nameya xwe de ji diya xwe re got: "Dayê, ez ji Yewnanîstanê hez dikim, lê ez ji Kurdistanê jî wekî welatê xwe hez dikim. Ez ji zimanê Kurdî jî wekî zimanê xwe yê dayikê hez dikim. Dayê biratiya gelan tiştek pir baş e. Gelê Kurd jî ji bo biratiya gelan têdikoşin. Dewletên ku Kurdistan kirin çar parçe, Kurdan qetil dikin. Îsal ez Newrozê hinekî dereng pîroz dikim, mîna Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşan Demîrel."