Remzî Kartal: Rêber Apo bi telekonferansê tevlî kongreyê bûye

PKKê îro ragihand ku wan 12emîn Kongreya xwe di navbera 5-7ê Gulanê de bi serkeftî lidar xistiye. Hate ragihandin ku wê naveroka kongreyê di rojên bê de bi raya giştî re parve bikin.

1 deqe xwendin
Remzî Kartal: Rêber Apo bi telekonferansê tevlî kongreyê bûye

PKKê îro ragihand ku wan 12emîn Kongreya xwe di navbera 5-7ê Gulanê de bi serkeftî lidar xistiye. Hate ragihandin ku wê naveroka kongreyê di rojên bê de bi raya giştî re parve bikin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal beşdarî bernameya Rojev ya Stêrk TV’yê bû û têkildarî lidarxistina 12emîn Kongreya PKKê agahiyên girîng da.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal got; “Rêber Apo û hevalên xwe yên li Îmraliyê bi rêya telekonferansê perspektif da kongereyê. Her wiha dîmenên Rêber Apo di kongreyê hatin temaşekirin.”