Rêwîtiya ber bi zozanan ve dest pê kir
Li gel germbûna hewayê ya mehên biharê, rêwitiya koçeran a zozanên bilind jî dest pê kir. Koçerên ku mehên zivistanê li bajarên weke Êlih û Sêrtê derbas dikin, ji bo ku biçin zozanan hatin Wanê.

Li gel germbûna hewayê ya mehên biharê, rêwitiya koçeran a zozanên bilind jî dest pê kir. Koçerên ku mehên zivistanê li bajarên weke Êlih û Sêrtê derbas dikin, ji bo ku biçin zozanan hatin Wanê. Koçerên ku beşeke rê bi wesayîtên ku kirê kirin û riya mayî jî bi piya meşiyan û gihiştin Wanê, piştî bêhnvedana xwe ya li vê derê wê rêwîtiya xwe ya zozanan bidomînin.
Maas Piyan a ji Êlihê bi 200 mihan ve hatiye Wanê diyar kir ku ji bo ku rêwîtiya xwe bidomînin li benda koçerên din sekinîne. Piyan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û da zanîn ku wê biçin Zozanên Xalik Kartal ên li navçeya Bêgirî ku bi 60 hezar lîreyan kirê kirine û wiha got: “Bi me re wê 4 malbatên din jî bên zozanan. Heta hefteyekê em ê bi awayekî peyatî bigihin zozanan. Rêwîtiyeke zor e. Di rê de carna baran dibare carna jî ba û bahoz radibe. Lê dîsa jî em riya xwe berdewam dikin. Em pêwistiyên xwe jî li navendên bajar dikirin. Me li Wanê bêhna xwevekir. Em li vir dermanan didin sewalan. Em ê niha li benda keriyên pez ên ji Batmanê werin bisekinin. Nêzî 6 hezar mihan em ê bibin. Heta meha mijdarê em ê li zozanan bimînin.”
Piyan anî ziman ku berhemên ku li zozanan çêdikin wê pişt re bifiroşin û pêwistiyên xwe pêşwazî bikin û wiha axivî: “Tenê çavkaniya debara me sewalkarî ye. Min jî di temenê biçûk de dest ji dibistanê berda û bi bavê xwe re dest bi sewalkariyê kir. Ez ji ber vî karî dikim, kêfxweş im.”
WAN


