Rêxistinên hiqûqê li ber edliyeya Cizîrê daxuyanî dan
Li Cizîrê di daxuyaniya ji bo B.K. yê 15 salî de ku ji ber formayê li ser Kurdistan nivîsandî li xwe kir bi lêdanê hatibû binçavkirin, hat gotin ku navê Kurdistan û alaya wê ne sûc in.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 17ê adarê de B.K. yê 15 salî ji ber formayê li ser Kurdistan nivîsandî li xwe kiribû bi lêdanê hatibû binçavkirin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Şirnexê têkildarî vê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li ber edliyeya Cizîrê hat dayîn. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê Şaxa ÎHD a Şirnexê Şivan Sakman got: "Bi awayekî ji paş de kelemçekirî binçavkirina zarokekî û desteserkirina kincên wî nayê qebûlkirin. Rêgeza fêdeya ji bo zarokan di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de bi eşkere hatiye misogerkirin."
Şivan Sakman diyar kir ku nêzîkatiya li nisîv û sembolên li ser kincên zarok, netehemulkirina nasnameya çandî û azadiya ramanê ye. Şivan Sakman ku got "Navê Kurdistan û alaya wê ne sûc e" destnîşan kir ku ev sembol di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ne û wekî sûc nayên hesibandin.
Şivan Sakman bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî û got ku pêkanînên bi vî rengî zirarê didin aştiya civakî. Sakman banga rêzgirtin û diyaloga li gelan kir û got ku ew ê li cem zarok û malbata wî bin û pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.


