Rêxistinên rojnamegeran: Em ê êriş û sûcan teşhîr bikin
Rêxistinên Rojnamegeran ên Amedê li dijî êriş ser Rojava û binçavkirina rojnamegeran wiha gotin: 'Em ê êriş û sûcan teşhîr bikin.'

Komeleya Rojnamegerên a Dicle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotomya (MKG) û Komeleya Cemiyeta Rojnamegeran a başurrojhilat daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Daxuyanî li baxçeyê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat ya di Sumer Parkê ya Bajarê Nû de hat dayîn. Endam û rêveberên her sê komeleyan û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn.
Seroka MKGê Roza Metîna dî daxuyanîyê de destnîşan kir ku ew wek rêxistinên rojnamegeran hem êrişên ser Rojava hem jî êrişên li dijî rojnamegeran qebûl nakin û wiha got: “Niha bi destpêkirina êrişên ser Rojava, hesabên medya dîjîtal û malperên Ajansa Jinnewsê, Ajansa Mezopotamya û Ajansa Welat her tim tên astengkirin. Di heman demê de hesabên gelek kesî, gelek rojnamegeran hatine astengkirin. Niha jî 5 hevalên me di dema şopandina nûçeyan de hatin binçavkirin. Ev jî nîşan dide ku dewlet naxwaze êriş û sûcên şer bên eşkerekirin, bên teşhirkirin.”
Roza Metîna adi berdewama axaftina xwe de da zanîn ku yek rêgezên bingehîn ên Çapemeniya Azad teşhir kirina sûcên desthilatê, pergalê û eşkerekirina nelirêtiyên desthilatê ne û wiha pê de çû: “Armanca desthilatî ew e ku çapemeniya azad ji holê rake. Îro li Rojava sûcê şer tê kirin, li wir ceyran û av li ser gel tê kutkirin. Şervanan ji avahiyan diavêjin, keziyên şervanên jin jê dikin. Li dijî van sûcên şer, em wek Çapemeniya Azad dibêjin ku em van êrişan qebûl nakin û em ê van kirinan teşhîr bikin.”
Endamê Sendîkaya DÎSK BASİN-ÎŞê û Rojnameger Hakki Boltan jî diyar kir ku ew her gav li gel rojnamegeran in, li gel Çapemeniya Azad in û ev tişt gotin: “Li ku dibe bila bibe, em ê li dijî êrişan li gel rojnamegeran bin, piştgiriya wan bikin û em ê êrişên li dijî wan şermezar bikin. Hevalên me yên li qadê hatine girtin, hesabên wan yên medyaya dîjîtal, malperên wan hatin astengkirin. Rojnamegeriya wan tê astengkirin. Dixuye ku desthilatdariya heyî dixwaze tiştên tarî di taritiyê de bimîne û kes pê nehese.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên ‘Çapememiya azad nayê bêdengkirin’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Çapemeniya Azad’ bi dawî bû.


