Rexneyên zimanê min
Ziman, kurdên ku bi zimanê xwe neaxivin rexne dike û destnîşan dike ku beyî ziman xelasiya wan tune ye.

Îro 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Ez ê ji were di çarçoveya hiqûq û sîyasetê de qala rewşa Zimên bikim. Lê li berîya wê, bo xatirê vê rojê dixwazim kurt be jî mafê xeberdanê bidim ziman. Ka em guh bidin Ziman.
Lê dinêrim hinek aciz e, naxwaze biaxive. Ez dibêm “Heyran, em bi kelecan li benda te û gotinên te nin. Tu neaxivî em ê gelek biêşin, ji kerema xwe re du sê gotinên xweş bike da ku em kêfxweş bibin." Ew jî bi derd û kul wekî pîreke li ber mirinê ye û ji canê xwe aciz e, bêhnekî kûr dikşîne û destpê dike.
“Belê, îro hûn mafê xeberdanê didin min. Lê mixabin ez tenê îro têm bîra we. We min ne tenê ji devê xwe de, hiş û aqlê xwe de jî derxistiye. Cahil û nezanên we min ji binî ve ji bîr kirine û naxwazin hîn bibin jî. Piranîyên zana û aqilmendê we jî min tenê îro tînin li bîra xwe. Herçiqas ji devê wan de sloganên wekî “Zimanê me hebûna me ye” , “Zimanê me rûmeta me ye” kêm nebe jî, her ku diçe ez di jîyana wan de kêm dibim. Bi heval û hogirên xwe re bi zimanê bîyanî xeber didin, min hînê zar û zêçên xwe nakin, xwendina xwe, kar û barên xwe tev bi zimanê bîyanî dikin. Ez ne di hezkirina wan de, ne jî di xewn û xeyalên wan de cîh digirim. Tenê kilamên dayîk û bavên wan û sloganên wan de me êdî… Ka careke dîsa bifikirin; bi rastî jî rûmet û hebûna we Ez im?”
Ez li ser van rexneyan him metel dimînim him jî pir şerm dikim. Zimanê min di devê min de nazivire ku ez bersiva Wê bidim. Dîyar bû ku derdê dilê wê teze rabûbû. Da navê û dewam kir:
“Hûn jî dizanin ez çend sedsalên berê de zimanê îlm û zanistê, zimanê helbestên evîndaran û lorîna dengbêjan bûm. Herwiha di kuçe û kolanan de di devê zarokên gelê xwe de bûm. Lê çaxa sedsala reş destpê kir dinya li min bû tarî. Geh min jê dikirin, geh min diavêtin zindanan geh jî min tine dihesibandin. Paşê gotin tu ne zimanekî şaristanîyî, kombûna çend zimanan î lewma jî zimanê perwerdê nîn î. Bi vî awayî di devên zarokên me de min qedexe kirin û di hişê wan de min bê qedir hîştin. Wekî şîrê dayîkê ji zarê heram bikî. Li beranberî van qirêjî û êrîşan Gelê min nesekinî, li dijî vir û derewên wan tekoşînên dijwar li dar xist. Nêçe ciwan û zanayên me di vê rêyê de jîyana xwe ji dest dan. Bi mirina her yekî ve tayekî porê min jî sipî dibû. Naha jî ez xwe wekî pîrekî sedsalî hîs dikim. Axirê naha li hember min hovîtî kêm bû ye, lê li der û dorê min jî kes nemaye.
Car caran jî ez xwe pirtûkxanekî de wekî ansîklopedîyeke stûr yên ku bi rengê reş ve têne cildkirin hîs dikim. Ansîklopediyeke wisa ye ku kêm caran li ser destan de ye, kêm caran derîyê wê tê vekirin. Gelek kêm kes be jî hin nobedarê pirtûkxanê hene, ew jî çend meha carê tên xalî û xûbara li ser min paqij dikin û diçin. Mala wan ava, di wan deman de bi min re mijûl jî dibin. Ez bi dîtina wan ve gelek kêfxweş dibim. Axirê tu û yên mînanî te jî (weke naha ) salê carê tên dîtina min, dîsa heman sloganan diavêjin rojtira din jî terka min dikin û diçin. Tu car min ji vê pirtûkxanê, di van refên xalî xûbar tê de ye, dernaxin.
Tu car hez kirina xwe de, hersa xwe de, girî û êşa xwe de herwiha sîyaseta xwe de min naxin hevalê xwe. Her tim zimanekî bîyanî di devê wan de ye, mînanî benîştê dikanê dicûn û dicûn… Ma we ji bîr kirîye ez benîştê qanokê me! Ew benişta ku sewa qalekî wê bav û kalê we wan çîyayên pîroz de heft teqlan diavêt! Belê, belê.. dîyar e we tehma benîştê qanokê jî ji bîr kirîye.
Lê tu û hevalên xwe vê gotina min baş têxin guhên xwe û ji bîr nekin: bêyî min xelasbûna we derew e. “
Zimanê min van rexneyên dilêş dike û berê xwe li min dizvirîne.
Li ser navê Lijneya Ziman ya Giştî ya KHA (ÖHD) Asli Gulseren


