Rohilat Efrîn: Armanca sereke vegera Efrîn û Serêkaniyê ye
Fermandara YPJê Rohilat Efrîn anî ziman ku di pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê de, armanca wan a ewil vegera li Efrîn û Serêkaniyê û azadkirina kesên dîl hatine girtin e.

Fermandara YPJê Rohilat Efrîn, beşdarî civîna gel a li Bonnê ya Almanyayê bû. Li salona civînê alayên YPG û YPJê hatin vekirin. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Rohilat Efrîn di civînê de axivî û geşedanên polîtîk ên dawî bi berfirehî şirove kir. Rohilat Efrîn, 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û di axaftina xwe de wiha got: “Ev roja watedar a ku di sed salên dawî de bi têkoşîna azadî û demokrasiyê ya jinan re bûye yek, îro bi berxwedana bêhempa ya jinên Kurd re bûye sembolek ku li tevahiya cîhanê belav bûye. Ev destkeftî bi keda şehîdên me û felsefeya Rêber Apo pêkan bûne.”
Rohilat Efrîn anî ziman ku cîhanê nasname û têkoşîna gelê kurd bi hêsan qebûl nekiriye û wiha axivî: “Bi berdêlên giran û berxwedanek bênavber hatiye qezenckirin. Şoreşa Rojava di sala 2011an de veguherî serhildanek fikrî û 14 sal in tevî her cure êrîşan, xwedî destkeftiyên mezin e.”
Rohilat Efrîn destnîşan kir ku armanca wan a sereke vegera gelê Efrîn, Serêkaniyê û Şehba ye û wiha berdewam kir: “Ji bo vegerê hevdîtinên me bi rêveberiya Şamê û hêzên peywendîdar re berdewam dikin.”
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.


