Rohilat Efrîn: Ev roj û dema rûmet, azadî û xwedîderktina li axê ye

Bi navê fermandariya YPJê û şervanên li Rojavayê Kurdistanê, Rohilat Efrîn bang li gelê kurd ê li Ewropayê kir ku ji bo piştevaniyê berê xwe bidin Rojava û daxwaz kir ku tev li meşa îro ya li Dortmundê bibin.

1 deqe xwendin
Rohilat Efrîn: Ev roj û dema rûmet, azadî û xwedîderktina li axê ye

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn bi rêya dîmenekî ji bo Kurdên li derveyî welat û der barê meşa ku dê îro saet 17:00an li bajarê Dortmund ê Almanyayê bê lidarxistin, bangewazî kir.

 Rohilat Efrîn diyar kir ku bi navê Fermandariya YPJ`ê û tevahî şervanên li Rojavayê Kurdistanê, meşên bihêz ên gel ên li Ewropayê bi dil û can silav dikin.

 Rohilat Efrîn bang li gelê li Ewropayê kir ku ji bo piştevaniya gelê Rojava hemû dakevin qadan û tev li meşê bibin û wiha got: “Rojava bi meş û germahiya we, xwe bi tenê nedît.  Ev roj û dem ên rûmet, azadî û xwedîderktina li axê ne.”

 Rohilat Efrîn da zanîn ku ew ê her li hemberî dijminên xwe biryara jiyan û îradeya azad bidin û ev daxwaz kir: “Em ji gelê xwe dixwazin dûrî provokasyonên ku di meşan de tên kirin, bikevin.”