Roja şanoyê û rewşa şanoya kurdî
Ger em şanoya kurdî tenê bi zext û zordariyan pênase bikin, ev dê nêrîneke ne di cih de be. Ji ber ku ev qad gelek caran bêxwedî tê hiştin, ked bi nirx nayê dîtin û sazibûn pêk nayê, ji bo şanogeran li çepikan didin lê wan tenê dihêlin

Cîhan Ekîncî
Her sal 27ê adarê wek Roja Şanoyê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Ev roj dibe sedem ku mirov bêje şano tenê huner nîn e, wek eynikê rastiya civakê nîşan dide. Lê ji bo hinek eynikan ligel xwe bigerînin pêwîstî bi wêrekiyê heye. Şanoya kurdî jî eynikek wisa ye; neçarî şikestinê hatiye hiştin, parçe bûye lê dîsa jî rastiyan bi awayekî estetîk dibiriqîne.
Dîroka şanoya kurdî li ser dikê dest pê nake, di bîra mirov de dest pê dike. Beriya dîroka nivîsandinê dest pê dike; dema gotin, beden û kolektîfbûn dibin yekpare. Awazên dengbêjan tenê vegotin nîn e, pevbestineke dramatîk e; karakter, pevçûn, vekêşînên çareseriyê û zêdebûnê... Ji ber vê yekê dramatûrgên ewil ên şanoya kurdî dengbêj in.
Bi lîstikên dramatîk ên wekî Kosegelî, Beranberdan, Bûka Baranê ve têkiliya navbera mirov û xwezayê derdikeve ser dikê. Mirin, vejîn, xelayî, bereket, wendabûn dibin mijarên van lîstikan. Ev tenê rîtuel nîn in, dramaturjiyên kollektîf in. Şanoya kurdî beriya ku were nivîsandin bi deng û laş hatiye afirandin.
Parçebûn û şanoya nûjen
Şanoya kurdî dereng û parçebûyî derbasî serdema şanoya nûjen bûye. Kewneşopiya şanoya kurdî di sala 1919an de ji aliyê Evdirehîm Rehmiyê Hekarî bi nivîsandina lîstika Memê Alan dest pê dike. Piştî nivîsandina vê lîstikê şanoya kurdî li erdnîgariyên cuda teşe digire. Dema Sovyetê li Ermenistanê sazîbûnê pêk tîne, li Başûr estetîka berxwedanê lê zêde dibe, li Rojhilat bi hişmendiya polîtîk derdikeve ser dikê. Lê ev peşektina şanoyê ti carê nabe yek parçe. Şanoya kurdî bi pêş dikeve lê nabe yek. Ev parçebûn di roja me ya îro de jî pirsgirêkeke bingehîn e.
Li bakurê welêt rewşa şanoya kurdî hinekî din cudatir e. Di dîroka şanoya kurdî ya Bakur de lîstika bi navê Birîna Reş ku di sala 1959an de ji aliyê Mûsa Anter ve hatiye nivîsandin û lîstika bi navê Dawiya Dehaq ku di sala 1978an de hatibû nivîsandin xwedî cihek girîng in. Lê ev venaguherîn kewneşopiyekê. Ji ber ku li holê ne sazibûna şanoya kurdî heye û ne jî bingeheke wisa heye. Li Bakur şanoya kurdî di esasê xwe de piştî salên 1990î bi pêş ket.
Lîstik li jêrzemînan dihat lîstin
Li bakurê Kurdistanê şanoya kurdî di wan salan de derket holê. Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Teatra Jiyana Nû ku di bin banê NÇMê de xebatên xwe dimeşand bûn wek rehên bingehîn ên şanoyê. Wan nîşan da ku di şert û mercên tunebûnê de şano çawa tê çêkirin. Lîstik ewilî li jêrzemînan tên lîstin, lîstikên profesyonel nîn in, bi pergalî perwerdehiya şanoyê nayê dayîn û derfet pir kêm in. Lê ligel evqas bêderfetiyan tenê tiştek bihêz heye û ew jî îradeya kollektîf e.
Bi vê îradeyê şano veguherî qada hebûnê. Lîstikvan li ser dikê tenê karakter nîşan nadin, her wiha bîr û zimanekî bi xwe re derdixin ser dikê. Ji ber vê ye ku Teatra Jiyana Nû tenê komek nîn e, her wiha li bakurê Kurdistanê destpêkek û wek dergûşekê ye. Di salên 2000î de ev pêşketinên şanoyê bêhtir xuya kir. Li Amedê hilberîn zêde bûn, Şanoya Bajêr a Amedê hewil da sazibûna şanoya kurdî pêk bîne. Lîstikên kurdî êdî ne tenê li herêmê her wiha li qada navneteweyî beşdarî mihrîcanên navneteweyî bû û di van mîhrîcanan de xelat hatin wergirtin û ev jî nîşaneya hêza estetîk a şanoyê ye.
Mixabin ev hebûn li ser bingehên zexim nehatibû avakirin. Piştî geşedanên sala 2016an, polîtîkayên qeyûm, girtinên komên şanoyê destnîşan kir ku li dijî êrişan şikestin çêdibin. Sazî hatin belavkirin, sahne hatin girtin, hunermend bêkar hatin hiştin. Lê şano neqediya. Hunermend ji nû ve hatin gel hev, bi derfetên xwe sahne ava kirin û hilberîna xwe domandin.
Êdî karakterê şanoya kurdî bêhtir zelal bû; ne şanoya li saziyan, şanoyeke ku li ser esasê berxwedana kollektîf hatiye avakirin. Bi vî avayî derket holê ku pirsgirêka bingehîn çi ye.
Şanoya kurdî diafirîne lê..
Şanoya kurdî diafirîne, lê xwe naafirîne. Di roja me ya îro de pirsgirêka şanoya kurdî ne hilberîn, pergalîbûn e. Lîstik tên lîstin lê nayên qeydkirin. Tecrûbe zêde dibe lê derbasî nifşên din nabe. Her nifşek ji nifşên beriya xwe sûdê wernagire, şanoya kurdî her carê wekî ku ji nû ve dest pê dike.
Sedemeke din a pirsgirêkê mezin dike rewşa aborî ye. Gelek şanogerên kurd nikarin bi şanogeriyê debara xwe bikin. Şanoger nava rojê dixebitin û êvarê derdikevin ser dikê, tenê hunermendiyê nakin her wiha ji bo debara xwe bikin têdikoşin. Gelek caran ji ber peydakirina sahneyê, kirêkirina sahneyê û derketina turneyan dibe barek mezin. Derxistina ser dikê ya lîstikeke kurdî ji karekî hunerî zêdetir vediguhere têkoşîna mayîna li ser piyan.
Encameke wiha derdikeve holê; lîstikên şanoyê yên baş hene lê bingeheke berdewam nîn e. Pirsgirêka din jî parçebûn e. Şanoya kurdî li erdnîgariyên cuda tê lîstin lê têkiliya wan zêde bi hev re nîn e. Arşîv, perwerdehî û parvekirina tekstan û hevparî çênabe. Şanoya kurdî tenê li hemberî zextan têkoşînê nameşîne her wiha bi parçebûn û pirsgirêkên navxweyî re têdikoşe.
Rewşa şanoya kurdî ya heyî hê jî dişibe rewşa zarokan a rêveçûna bi çarlepkan. Ev ne lawazî ye, ev nîşaneya potansiyeleke ne temambûyî ye. Ji ber ku sahneya şanoyê hatiye avakirin lê sazibûn pêk nehatiye, hilberandiye lê domdar nebûye. Tişta ku bê kirin aşkera ye; veguherîna hişmendiyê.
Şano tenê ne bername ye
Divê şaredariyên kurdan, siyaset û saziyên civakî şanoyê tenê ne wek bernameyekê û wek qadeke avaker bibînin. Ger ji nivîsandina şanoyê heta dramaturjiyê, ji perwerdehiya lîstikvaniyê heta mekanên sahneyan yekpare nebe şanoya kurdî bi pêş ve naçe û mezinan nabe. Ya herî girîng jî heta bîreke hevpar û arşîvê çênebe kewneşopiyeke domdar dernakeve holê.
Ji ber ku şanoyeke bêhafiza di her lîstikê de her carê dê bizê lê ti carê mezin nabe.
Şanoya heyî, li ser dikê wek zimanê hevpar ê erdnîgariya parçebûyî ye. Ji ber vê yekê divê parçekirî nemîne, hafizaya xwe pêk bîne, zimanê xwe kûr û sahneya xwe mezin bike. Ji ber ku şano bi sînoran nayê hepskirin, şano çalakiyeke derbaskirina sînoran e.
Roja Şanoyê ya Cîhanê bû sedem ku em careke din rewşa şanoya xwe ya heyî binirxînin û nîqaş bikin. Ger em şanoya kurdî tenê bi zext û zordariyan pênase bikin, ev dê nêrîneke ne di cih de be. Ji ber ku ev qad gelek caran bêxwedî tê hiştin, ked bi nirx nayê dîtin û sazibûn pêk nayê, ji bo şanogeran li çepikan didin lê wan tenê dihêlin û di rewşeke wiha de şanoger hewil didin hebûna xwe bidomînin.
Di roja me ya îro de, ji her demê zêdetir derfetên me hene. Rexne ne ji bo xirakirinê, ji bo avakirinê ye. Şanoya kurdî kengê bi kêmasiyên xwe re rû bi rû bimîne, nêrîna li hemberî huner û hunermandan biguhere wê demê dê mezintir bibe. Li paşeroj û hafizaya xwe xwedî derkeve dê hem li ser piya bimîne û hem jî rehên xwe berbelavtir bike.
Roja Şanoyê ya Cîhanê ji pîrozbahiyekê zêdetir bibîrxistin e, hebûn têrê nake, pêwîst e xwe pêk bîne. Ger şanoya kurdî xwe pêk bîne dê sahne tenê nebe cihê lîstina şanoyê, her wiha dê veguhere cih û zimanê jinûveafirandina pêşerojê.


