Rojnameger Zîlan Gul 3 roj in di bin çavan de ye

Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Zîlan Gul a ku hatibû binçavkirin ev 3 roj in binçavkirî ye û hat diyarkirin ku hêj îfadeya wê nehatiye girtin.

1 deqe xwendin
Rojnameger Zîlan Gul 3 roj in di bin çavan de ye

Rojnameger Zîlan Gul a ku di 26ê çileyê de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin hêj li Midûriyeta Polîsan a Amedê tê ragirtin. Nayê zanîn ka gelo Zîlan Gul bi çi sûcê tê tawanbarkirin û hat zanîn ku hêj jî îfadeya wê nehatiye girtin. Herwiha nayê zanîn dê kengê derkeve pêşberî dozgeriyê.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanê binçavkirinê da û xwest ku Zîlan Gul demildest were berdan.