Romana kurdî tune ye!
Vê hefteyê jî dîsa berê me li Rojavayê dil bû. Me xwest ku em nivîskarekî din bikin mêvanê we hêjayan da ku hûn ji nêz ve wî nas bikin.

Vê hefteyê jî dîsa berê me li Rojavayê dil bû. Me xwest ku em nivîskarekî din bikin mêvanê we hêjayan da ku hûn ji nêz ve wî nas bikin. Ez behsa nivîskar Taha Xelîl dikim ku di rêwîtiya wî ya nivîs û wêjeyê de gelek bîr, bawerî û nêrînên cuda di tûrikê wî de hatine ser hev. Me ev hevpeyvîn, bi helbestvan, nivîskar û rojnameger Taha Xelîl re li ser nivîs û wêjeya kurdî kir.
Di di destpêka salên 90’î û çend salên beriya wê de, tevî hemû qedexeyan tevgereke mezin a çandî hebû, bi taybetî li Heleb û Şamê. Wê gavê meyla te jî li ser erebî bû, tu dikarî hinekî behsa wê demê bikî?
Di wan deman de, tu çavkaniyên kurdî ku em weke nivîskar jê têr bibin tune bûn û çend pirtûkên li vir û wir nikarîbûn bala me bikişînin ser xwe lê bi erebî her û her gelek bûn. Em jî li wan bajaran di nav tevgereke wêjeyî ya erebî de bûn û me xwe tê de didît. Ne tenê wilo alav û derfetên belavkirinû weşanê jî hebûn û dema me bi zimanê erebî jî nivîsand, me ji gelek nivîskarên ereb kûrtir û bi watetir dinîvisand. Me jî hêdî hêdî xwe di wê riyê de dît û em pê de çûn. Ji aliyekî din ve nivîsandina me ya bi zimanê erebî carinan ji bo me wekî azmûneke wêjeyî bû.
Gelek kurd hîna jî bi zimanê erebî berhemên xwe dinivîsin. Sedema vê yeke çi ye û gelo ew berhem dibin malê kurdan an jî malê zimanê ku pê tê nivîsandin?
Ev mesele dûvedirêj û bi nakok e. Bi rastî ne tenê li cem me, li gelek welatên bindest û dagirkirî ev mijar cihê guftûgoyan bû, mîna welatê Cezayir û Mexrib. Wan jî ev pirs dikir lê li gorî min mesele ne tenê ziman, nasnameya nivîskar a wêjeyê dide nasîn. Wekî mînak, hin kes bi zimanê kurdî dinivîsin lê ez wan wekî nivîskarên kurd nabînim, ji ber weke turîstekî li tiştan dinêrin û dinirxînin, tenê derve dibînin û pesnê tiştên dîtine dide. Hinek din hene, bi zimanê biyanî dinivîsin lê ruh ûcan û hundir û mijar tev kurdî ye. Ez ê çawa bêjim ev berhem ne kurdî ye? Li ba min wek mînak jî ez ê tiştekî din bînim ziman: Selîm Berekat û Yaşar Kemal her du ne bi zimanê xwe dinivîsînin lê wêjeya Selîm kurdî ye lê ya Yaşar na. Ji ber mesela ku min berî niha got, mesele ew e ku tu bi çi çav û dilî dinêrî û dinivîsî.
Ez li berhemên Yilmaz Guney jî wiha dinêrim û dibêjim ew kurd e. Ez wilo li meselê dinêrim, tevî ku roja me ya îro ew mesele bêtir siyasî ye.
Ereb dibêjin xwediyê heft karan bê kar in. Taha jî hem şêwekar e, hem helbestvan, hem rojnameger û pêşkêşvan e û hem jî romannivîs. Tu bêtir xwe li ku dibînî û ev rengînî û dewlemediyek e yan jî belavbûnek e?
Ez ne xwediyê heft karî me heyran. Rojnameger û nivîskar karek in, ez ne tembûrvan û ne jî hostayê mîkanîkê yê traktorê me. Henek li aliyekî, bi baweriya min di demeke nêzîk de, wê helbest bibin pêkenok. Jixwe di nav kurdan de herwilo ye. Dema helbestên gelek kesan, weke helbestvanên kurd ên tên nasîn, dibînim kenê min bi wan tê û dilê min bi wan dişewite. Dixuyê ku ji betalî bûne helbestvan.
Bi baweriya min berê me li romanê ye di sedsala bîst û yekê de. Helbest û metlok nema dikarin henekê xwe bi kul û derdê xelkê bikin. Li gorî min ew nema dikarin bibin bersiv ji bo van êşan.
Rewşa çand û wêjeya kurdî piştî destkeftiyên kurdan ên li Rojava û avakirina sazî û dezgehên kurdan çawa ye, çi guhertin çêbûne?
Li rojavayê Kurdistanê şoreşeke siyasî û heta radeyekê civakî pêk hatiye lê di aliyê wêje û hunerê de hîn ew pêk nehatiye, wekî berê ye, wekî ku dibêjin heman tas û heman hemam e. Rast e, zimanê kurdî li Rojava tê bikaranîn û li dibistan û zanîngehan tê fêrkirin lê îdeolojiya siyasî tenê bi aliyekî rastiyê dibîne û hîn parol û silogan û çepik ji wan re lazim in. Loma jî di van deh salan de tu nivîskar û helbestvan me nedîtin. Tenê çend kesên ku xwe li ber tava


