Ruhê Xwebûnê

Min berhema Dilawer Zeraq a bi navê Ruhê Xwebûnê xwend. Piştî min pirtûk xwend, bo em li ser pirtûkê bipeyvin min ji mamoste Dilawer re nivîsî. Mala wî ava, got dibe. Em li Wêjegeh Amedê civiyan.

1 deqe xwendin
Ruhê Xwebûnê

Min berhema Dilawer Zeraq a bi navê Ruhê Xwebûnê xwend. Piştî min pirtûk xwend, bo em li ser pirtûkê bipeyvin min ji mamoste Dilawer re nivîsî. Mala wî ava, got dibe. Em li Wêjegeh Amedê civiyan. Dilawer Zeraq hem pirtûk û wergerên xwe û hem jî bi xebatên dîtir li ser wêje û zimên xwedî kedeke mezin e. Bi min pirtûka Ruhê Xwebûnê di çarçoveya rexnegiriya wêjeyê de jî xebateke grîng e. Dilawer Zeraq bi Ruhê Xwebûnê, rexneya ku di navbera pesindayîn û pîskirinê de asê maye, derdixe û bi rola wê ya sereke yanî bo famkirinê bi kar tîne. Analîzeke berfireh li ser kovara (ekola) Hawarê dike. Bi têgeha Ruhê Xwebûnê bersiva “Hawar çima ji yên din cihê ye” dide. Dilawer Zeraq, pirsa min a ‘em ê xwebûnê çawa şîrove bikin’ wiha bersivand : “Xwebûna ku ez behsê dikim; ne wekî xwebûneke folklorîk e; ne wekî xwebûneke xwerû çandî ye; ne wekî xwebûneke kurdbûneke ji rêzê ji kurahiya dîrokê hatiye. Xwebûna ku ez behsê dikim, xwebûna hinekî melezbûyî ye. Hinekî parçeyên biçûk ên xwebûniyên dîtir jî tev lê bûye, xwebûna ku ez behsê dikim; piştî vê tevlîbûnê yanî piştî vê melezbûnê hay ji xwe bûye ku ji kesên din, ji komên etnîk ji komên dîtir ji neteweyên dîtir cuda ye. Piştî vê cudatiya ku hay jê dibe bi vê hayjêbûnê hişberiyekê di xwe de ava dike. Di wê hişberiyê de hîm û bingeha danîna avahiya wê hişberiyê serê pêşîn xwe digihîjîne kakilê esasî yê jêderkî ku dibe sedema şiyarbûna xwebûnê.”

Xwebûn êdî ji bo em ji vê rewşa kambax xelas bibin rêyek e, rêwîtiyek e. Asîmîlebûn sosret e helbet lê em di pirtûkê de jî dibînin ku ger çîrûskek (hayjêbûn) hebe ev rewş dibe wekî HÎÇa Heidegger ku me ber bi hebûnê ve dibe. Dîsa Marx karker dikir subjeya şoreşê, ji ber ku ji xeynî zincîrên wan tiştekî nemaye. Kurdên nebanbûyî ji xeynî vê derba bişaftinê tişteke wan nemaye, bo ber bi xwebûnê ve biçin. Bi kurtasî sedema wê melankoliya nebanbûnê dibe çîrûskek bo şoreşek xwebûnê. Ka em guh bidin mamoste Dilawer: “Ne ku hemû xercên kurdbûnê safî mane û li ser wê safîbûnê ava dike, na; kurdbûn safî nemaye jixwe. Kurdbûn li ku derê, li kîjan herêmê û li kîjan gund an jî bajaran bala xwe bidinê kurdbûneke safî nemaye. Ev ne ji îro ye. Ev digihîje belkî beriya xiristiyaniyê jî. Lê piştî xiristiyaniyê, bi taybetî piştî hatina îslamiyetê her ku çûye ev melezbûn di warê ziman û çandê de û di çanda jiyanî a bîr û baweriyê de zêdetir melezbûnekê dest pê kiriye. Evê melezbûnê, bandora xwe daye ser ziman û ser awayê famkirina jiyanê ya kurdan ku ev di edebiyata klasîk da pir xweş dide der.”

Lê bi Dilawer Zeraq vê rewşa edebiyata klasîk a bi îslamiyetê melez bûye ku ruhekî xwebûnî jî di xwe de dihewîne di bin perdekirina lêkolînerên wêjeya klasîk de maye. Sedema wê jî ne nezanîn e, ev mijar “bive ye”. Ev perdekirin nahêle ku xwebûyîna ku di wêjeya klasîk de heye bê dîtin. Ji xwebûyîneke neteweyî yan jî çandî bêtir dîn derdikeve pêş. Wiha dibêje Dilawer Zeraq: “Ev perdekirin dibe sedema nedîtina xwebûniya ji wê demê hêdî hêdî aj dide; hêdî hêdî şîn dibe